“Em dest ji çalakiya rûmetê bernadin, bila PDK dest ji dijminatiya kurdan berde”
Ji jinên li ber Deriyê Sêmalka di çalakiya girtina hestiyên zarokên xwe de Neîma Mehmûd got: “Em dest ji çalakiya rûmetê bernadin heya em cenazeyên zarokên xwe werdigirin. Bila PDK’ê dest ji dijminatiya kurdan berde, ger ne ji van şervanan ba fermana DAIŞ’ê ya li ser şengalê hate kirin niha li Başûrê Kurdistanê hatibana dûbarekirin.”
Ji jinên li ber Deriyê Sêmalka di çalakiya girtina hestiyên zarokên xwe de Neîma Mehmûd got: “Em dest ji çalakiya rûmetê bernadin heya em cenazeyên zarokên xwe werdigirin. Bila PDK dest ji dijminatiya kurdan berde, ger ne ji van şervanan ba fermana DAIŞ’ê ya li ser şengalê hate kirin niha li Başûrê Kurdistanê hatibana dûbarekirin.”
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Li herêma Xelîfan ya Başûrê Kurdistanê, di kemîneke pilankirî ya hêzên PDK’ê de 5 şervanên Tevgera Azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Bi daxwaza girtina cenazeyên zarokên xwe Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 5’ê Cotmehê ve li ber Deriyê Sêmalka yê nevbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê di çalakiya nobetê de ne. Malbatê şehîdan, şêniyên herêmê, saziyên civaka sivîl û rêxistinên mirovî û huqûqî serdana çalakiyê dikin û piştgiriya xwe nîşan didin. Der barê çalakiyê de çalekvana bi navê Neîma Mehmûd ji me re axivî.
“Lîstokên dewleta tirk ji despêka şoreşê de eşkere ne”
Neîma bal kişand ser lîstokên dewleta tirk ji despêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve û tevlîheviyên ku derdixe holê û wiha got: “Ji destpêka şoreşê ve gelê me êşan ji êrîşên dewleta tirk dikşînin. Ji sala 2011’an de dewleta tirk dijminatiya vîna gelê Sûriyê kir û dest bi dagirkerî û pilanên xwe yên qirêj kir. Destpêkê Cebheya Îslamî ava kir, her wiha çeteyên DAIŞ’ê amadekirin û berdan axa me. Dema êrîşên xwe li ser herêmên weke Kobanê, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî kir yên parastina van herêman kirin û berdêlên mezin dan şervanên me bûn. Pilanên dewleta tirk yên herî dawî bikaranîna PDK’ê ji bo tunekirina gelê me û derxistina fitnê di navbera kurdan de bû. Mixabin PDK’ê jî rê li ber vê yekê vedike û dihêle ku xeyalên xwe pêk bîne.”
Neîma bang li hikûmeta Başûrê Kurdisanê kir ku dijminatiyê nekin navbera hevbiratiyê de û wiha pêde çû: “Em daxwaza radsetkirina cenazeyên şehîdên xwe dikin, şehîd şehîdên rûmetê ne . Em naxwazin hikûmeta Başûrê Kurdistanê vê mijarê bighînê asta dijminatiyê û kurdan bi hevdu bidin qetilkirin. Dewleta tirk dijminekî hov e û hemû nakokiyên me weke şens ji xwe re bikar tîne. Dema dijmin êrîşî xaka me bike pêwîst e em yek dest bin li dijî wê, kiryarekî ne exlaqiye PDK’ê destekê bide tirkan. Pêwîst e hikûmeta Başûr, alîkarî û piştgirtiya şervanên kurd bikin. Ger ne ji van şervanan ba fermana DAIŞ’ê ya li ser şengalê niha li Başûrê Kurdistanê hatibana dûbarekirin. Pêwîst e em başiyên hevdu bibînin û li derdora hevdu bibin xelek. ila kurd dijminatiyê nekin navbera hevbiratiyê de. Armanca dijminên me li dijî me diyar in ku dixwazin me tune bikin. Em di wê baweriyê dene ku wê îradeya me serkeftinan bi xwe re bîne û binkeftin ya dijminên Gelê Kurd e.”
“Em ê li şehîdên xwe xwedî derkevin”
Neîma da zanîn ku wêli gorî hemû astengiyan xwedî li şehîdên xwe derkevin, her wiha çalakiya xwe berdewam bikin û wiha bi dawî kir: “Li gor hemû astengî û zehmetiyên ku li hember me derketin me soz da ku em li ber xwe bidin û doza xwe berdewam bikin. Ji bo şehîdên xwe em ê li ber xwe bidin û li hember kiryarên dûrî exlaqê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin. PDK’ê dide xweyakirin ku ew bercewendiyên xwe yên bi dewleta tirk re nade bi biratiyê. Çalakiya me berdewm e heta teslîmkirin cenazeyên van şehîdên me ji malbatên wan re. Çi armanca PDK’ê ji astengkirina cenazeyên van şehîdan heye?!. Ev şervanên ku tu wan dikuje û ji xwe re wan dike hedef, parastina çiyayê Kurdistanê dikin. Bi dehên salan Tevgera Azadiyê parastina rûmeta gelê me dike û ne ji wan ba, dê gelê me hatiba qirkirin û dê jinên me li bazaran hatiba firotin.”