“Em daxwaza hestiyê zarokên xwe dikin”
Dayikên ku tevlî çalakiya konê Deriyê Sêmalkan bûn, daxwaza girtina cenazeyên zarokên xwe kirin û dan zanîn ku heta cenazeyê zarokên xwe negirin ewê çalakiya xwe bidomînin.
Dayikên ku tevlî çalakiya konê Deriyê Sêmalkan bûn, daxwaza girtina cenazeyên zarokên xwe kirin û dan zanîn ku heta cenazeyê zarokên xwe negirin ewê çalakiya xwe bidomînin.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Di meha Tebaxê de, li herêma Xelîfan ya Başûrê Kurdistanê, di kemîneke pilankirî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de 5 ciwanên Kurd ên parêzvaniya axa xwe dikirin hatin hedefgirtin. Li gorî agahiyên yek ji koma 7 kesî sax filitiyî û xwe gihandî hevalên xwe Hakî Zîlan, hevalek wan bi birîndarî ketiye destê ên kemîn danibûn pêşiya wan û 5 hevalên wan êndinê jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Nesrîn Temîr bi nasnav Tolhildan Raman a ji Tirbespiyê û Yusif Îbrahîm bi nasnav Serdem Cûdî ji Dêrikê ye. Bi daxwaza girtina cenazeyê zarokên xwe û şermezarkirina kiryarên PDK’ê yên di kevin xizmeta dijmin de Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cezîrê li ber Deriyê Sêmalka yê di nevbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de çalakiya konvedanê li dar xistin. Malbatên şehîdan, şêniyên herêmê, saziyên civaka sivîl û rêxistinên mirovî û hiqûqî rojane serdana çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Çalakî di roja 15’an dewam dike û bidawîbûna wê jî ne diyare. Di derbarê vê mijarê dayikên şehîdan ên di çalakiyê de amadebûn axivîn.
"Heta em cenazeyê zarokên xwe negirin emê li vêderê bin"
Heyfa Mûsa ya ji bajarê Hesekê hatî tevlî çalakiyê bûyî zanîn ku ev 15 rojin li ber Deriyê Sêmalka çavê dayikan li cenazeyên zarokên wan e û wiha dest pê kir: “Ev 15 rojin çalakiya me li ber deriyê Sêmalka dewam dike. Em wekî malbatên şehîdan rojane li bin konê çalakiyêne, heta em cenazeyê zarokên xwe negirin em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Çima cenazeyên şehîdên me nadin me û kezebê dayikan dişewitînin. Bila Hikumeta Başûr êşa dayikan hîs bike. Dijmin rojane gefan li me dixwe, loma em mecbûrin xwe û axa xwe biparêzin. Çi dibe bila bibe, em ê parastina xwe û axa xwe bikin û li bin vî konê li benda zarokên xwe bin. Keçên ciwan weke Tolhildan di berdêla parastina welatê xwe de şer dike û şehîd dikeve, nahêlin em cenazê wê bigirin. Em soz didin zarokên xwe ku em ê li vir bimînin heta cenazeyê wan bigirin çi ji me were xwestin wekî dayik em amade ne.”
“PDK her tişt xistiye xizmeta berjewendiyên xwe”
Heyfa diyar kir ku çi dibe bila ew di çalakiyên xwe de bi israrin û wiha berdewam kir: “Ji bo têkiliyên xwe bi dewleta tirk re xiranekin nahêlin em cenazeyê zarokên xwe bigirin. Ger van cenazeyan teslîm bikin dê zirar li berjewendiyên wan bibe. Em deng dikin bi biratiya gelan, dema zirar li Rojavayê Kurdistanê bibe dê bi xwe re zirarê li hemû aliyên Kurdistanê bîne. Em hemû yekin ji bo wê yekê pêwîste PDK biratiya gelan û êşa dayikan li ber çavan bigire.”
Necah Qasim a ji bajarê Hesekê beşdarî çalakiyê bûyî jî wiha got: “Em ji bo şehîdên xwe tevlî çalakiya konvedanê bûne, her roj gel ji hemû herêman tevlî çalakiyê dibin û piştgirtiyê didin. Kiryarên bi vî rengî û hevkariya wan bi dewleta tirk re ku dijminê kurdan bi tevahî ye, bandorê li diyaloga kurdî-kurdî û wekheviya gelan dike.”