Em çima zanîngehên jinan naxwazin?

Bertekên jinan ên li hemberî vekirina “zanîngehên jinan” berdewam dikin. Hikûmet hewl dide zemînek guncav ji têgihîştina “jina meqbûl” re amede bike loma jinan gotin ku ew ê li dijî vê pêkanînê bisekinin.

Bertekên jinan ên li hemberî vekirina “zanîngehên jinan” berdewam dikin. Hikûmet hewl dide zemînek guncav ji têgihîştina “jina meqbûl” re amede bike loma jinan gotin ku ew ê li dijî vê pêkanînê  bisekinin.
ZEYNEP PEHLÎVAN
ÎZMÎR- “Bernameya Salane ya Serokomariyê ya 2021’ê” ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin bû sedema gelek nîqaşan. Di bernameyê de sernavê herî berbiçav projeya “Zanîngeha Jinan” bû ku ev yek zêdetir polîtîkayên muhafezekar bi hêztir dike.
Jinan, li ser medyaya civakî  bi sernavê “Em Zanîngehên Jinan Naxwazin” dest bi kampanyayek kir û ji bo bertekên xwe yên li dijî projeyê bi dengek bilind bînin ziman hem li kolanan hem jî li ser medyaya civakî çalakî li dar xistin.
“Ew zanîngeh li ser jinan tên ferzkirin”
Jinan, li dijî projeya zanîngehên jinan ku di demek kurt de ket rojeva medyaya civaki dest bi çalakiyan kirin. Endama Ciwanên Nû ya Demokrat Zîlan Tayboga diyar kir ku bi projeyê re dê dîtbariya jinan a di qada akademîk de tune bibe û wiha got: 
“Jinên ku dixwazin biçin zanîngehên li cihên cuda dê neçar bimînin biçin cihên hatine diyarkirin. Ev yek dê li ser wan were ferzkirin. Bi gotineke din, jin dê nikaribin di pergaleke wekhev de bixwînin an jî nasnameya xwe eşkere bikin. Li vir em dibînin jin tên “metalîzekirin.” Di destpêke de dibistanên Îmam Hatîp hebûn lê niha derbasê xaleke din bûn. Niha dixwazin li wan zanîngehan çi bikin. Jinan wekî kesên îtaetkar dibînin lê em vê yekê qet qebûl nakin!”
“Ev tê vê wateyê ku tu nikarî bi aqilê mêr re bikevî pêşbirkê”
Endama Jinên Ciwan ên Azad Gul Gokboga diyar kir ku projeya zanîngehên jinan dê tenê bi kêrî hin alîgirên hikûmetê yên dixwazin kontrola xwe pêk bînin werû wiha domand: “Jixwe em ji bo biaxivin tên gel hev. Ev yek ji bo perwerdeya taybet nayê qebûlkirin. Di rastiyê de dixwazin bibêjin ku aqilê jin û mêr ne wekî hev e. Dixwazên bibêjin, hûn nikarin bi aqilê mêr re bikevin pêşbaziyê, hûn nikarin di heman refan de bi hev re bixwînin. Hebûna zanîngehek wisa li Japonyayê nayê wê wateyê ku baş e û tê pejirandin. Ev proje dê cudakariya zayendî ya heyî, bihêztir bike. Mirov dikare gelek sedemên din jî bihejmêre lê em herî zêde li dijî vê xalê derdikevin.”
“Divê em bi hev re têbikoşin”
Endama Kampûsa Pîrevokan Dîlek Îpek, ji ajansa me re axivî û bal kişand ku pergala perwerdehî û zanîngehên heyî hewl didin nifşa heyî bixin bin kontrola xwe. Dîlek diyar kir ku ev proje ji bo pratîzekirina ramana “mezinkirina dayikên jêhatî” ye ku berê ji hêla hukûmetê ve hatibû îfadekirin û wiha domand: “Ez texmîn nakim ku jin li vir cihekî azad bibînin. Me berê mînaka otobusa şifûk dît. Ev  jî bi rengeke din, projeya zanîngeha şifûkê ye. Ev cudakarî erênî nîn e, ramana biyanîkirina jinan ji qada giştî ye. Pêwîst e wekî  Peymana Stenbolê em bi hev re têkoşîna xwe bi pêş bixin.”
“Heta ku zîhniyet neguhere dê tacîz bidomin”
Endama Piştevaniya Xemir (Mor Dayanişma) Buşra Yeşîlbaş, got ku bi projeyên bi vî rengî dixwazin jinan bixin bin kontrola xwe û wiha domand:
“Ew difikirin ku jinan li hemberî tiştên li derve diqewimin bê agahî bihêlin, li malan hepis bikin û bi hin şêweyan ji her tiştî dûr bixin. Beriya her tiştî, ev projeyek e, ji hêla zîhniyeta zilam ve hatiye afirandin. Ew difikirin ku jinan bixin bin parastina xwe, jin û mêr neyên cem hev. Ji ber wê heya ku di civakê de di zîhniyetê de guherînek rastîn çênebe, tacîz û destavêtina jinan dê li cihên ji hev cuda jî berdewam bikin. Em ê têkoşîna xwe li hemberî zanîngehên jinan berdewam bikin. Ji bo vê mijarê em hemû jinan vedixwînin qadan.”