"Em çareseriyeke bê Rêber Apo naxwazin"

Jinên Kobanê girêdayî mijara vê dema dawî girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd ketî rojevê gotin: "Pirsgirêka Kurd bê Rêber Apo nayê çareserkirin. Em tu çareseriyan û welatan bê rêberê xwe naxwazin. Dewleta tirk dixwaze planeke nû çêbike lê nikare me bixapîne."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Serokê Partiya CHP`ê rojên derbasbûyî di bernameyeke taybet de behsa pirsgirêka Kurd kir û wiha got:  “Pirsgirêka Kurd ev zêdetirî 30 sal in ku dirêj kiriye û êdî bûye girêk. Dewletê xwest ku vê pirsgirêkê bi rêber Abdullah Ocalan re çareser bike lê nebû. Ji ber wê divê ev pirsgirêk bi HDP`ê re were çareserkirin, ji ber ew rewa ye û ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin.” Li ser vê mijarê gelek nirxandin hatin kirin û hîna jî di rojevê ne. Jinên ji bajarê Kobanê li dijî vê axaftinê helwestên xwe nîşan dan û nêrîna xwe anîn ziman. 
“Dema ku min Rêber Apo dît ez 40 salî bûm”
Zehiya Mihemed Elî ya 70 salî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Helebê dîtiye. Zehiyayê hevdîtin wiha anî ziman: "Dema ku min Rêber Apo dît ez 40 salî bûm. Em li bajarê Reqayê dijiyan, wê demê ji bo hevdîtina bi rêber Apo re gazî me kirin. Em ji her bajarekî 4 kes bi rêketin û çûn Helebê. Min cil û bergên gelêrî yên Kobanê ji şeir, kiras û xeftan li xwe kir û em li mala malbateke welatparêz li benda serokatî man. Rêber Apo derbasî hundir bû, silav li me da û pişt re pirs, diyalog û suhbet çêbûn. Zilamekî ji Kobanê rabû û ji rêber Apo re got ku hinek kesan wiha kiriye û hinek kes ne baş in û hwd. Rêber Apo jî bersiv da û got, ‘yê nebaş tu yî. Heger tu pir başî tu yê mala xwe baş bikî û pişt re jî derdora xwe.’ Di hevdîtina seatekê de rêber Apo gelek perspektîf dan me, ji me re got ku divê em xwe bi pêş bixin û bi serkevin. Di dawiyê de rêber Apo bi min re wêneyek kişand û em vegeriyan malên xwe.
Hevdîtineke gelek bi wate bû û heta niha jî di bîra min de ye."
Zehiya girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re bi lêv kir û got: "Di dema girtina Rêber Apo de kurê min nû leşkeriya rejîma baasê bi dawî kiribû. Malbat  hemû rûniştîbû û me televzyon vekir. Me dît ku di nûçeyan de dibêjin serokê me hatiye girtin. Bi qasî ku em wê demê giriyan, em tu carî negiriyabûn, çavên me werimîn, em rûniştin û me şîn gerand. Min li ser bingeha perspektîfên rêber Apo gelek kar û xebat meşandin, ez heta niha jî xwedî li keda wî derdikevim. Rêber Apo jiyana xwe ji bo doza Kurd û azadiya gelan pûç kir her wiha kurê min Cemal di oxira heman dozê de şehîd ket. Ji ber vê piştî ewqas ked û bedelên giran em tu çareseriyên bê hebûna rêber Apo qebûl nakin û napejirînin."  
   
"Em çareseriya bê Rêber Apo naxwazin"
Rehîma Hemed a 65 salî ku dayika şervanekî Tevgera Azdiya Kurdistanê û cangoriyekî ye helwesta xwe ya li dijî tecrîda li girtîgeha Îmraliyê nîşan da û got: "Em ji malbatên welatparêz ên destpêkê ne ku li pey xeta rêber Apo çûn. Me weke Kurd bi saya têkoşîna serokatî xwe nas kir û cîhanê jî em nas kirin. Ev 23 sal in ew di girtîgehê de ye her wiha bi hezaran ji zarokên me canê xwe feda kirin ku zarokê min yek ji wan e. Me weke dayik hem kezeba xwe da, hem jî me kedeke mezin da. Em tu carî jî ne poşman in û em jiyana bê rêber Apo naxwazin. Em ê Kurdistanê bi hebûna Rêber Apo rizgar û azad bikin."
"Em jin ji çareseriyek bê Serokê xwe bawer nakin"
Ferîde Silêman jî bal kişand ser planên dewleta tirk û got: "Ev 23 sal in em dibêjin, bê serok jiyan nabe. Heta ku Rêber Apo rizgar nebe, em ê vê gotinê her tim bêjin. Dewleta tirk rojane planên komployeke nû li ser gelê Kurd dike, ji ber vê ew her tim gefan dixwe û êrîş dike. Keda ku Rêber Apo da, li ber çavên her kesê diyar e. Ji ber vê em ê heta dawiyê xwedî li keda wî derkevin. Dewleta tirk di her meha Cotmehê de rojevek çêdike ango propogandeyek dike. Îsal jî dibêjin ku wê pirsgirêka Kurd bê rêber Apo çareser bikin. Em bi taybetî weke jin çareseriyên bi vî rengî qebûl nakin. Diyar e li pey vê gotinê planeke nû heye lê em tu carî bi van gotinên dijmin nayên xapandin. Em rastiya dewleta tirk baş nas dikin û em ê dest ji Rêberê xwe bernedin."