“Em çalakiyên 25'ê Mijdarê diyarî berxwedana jinên Efxan û Efrînê dikin”

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinan ku dê werin lidarxistin vegot û da payîn ku dê di di vê salê de dewreyên perwerde û meşên mêran werin destpêkirin her wiha sikêçên kolanan dê werin çêkirin.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Jinan di Şoreşa li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê de hatiye lidarxistin de, gelek gavên serkeftî û dîrokî avêtine lê ev nayê wê wateyê ku jinan bi temamî xwe ji hişmendiya mêr, malbat û civakê azad kirine. Her roj ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re roja têkoşîna li dijî tundiyê ye. Her sal Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû sazî, dezgeh û şaxên xwe roja tundiya li dijî jinan, bi dayîna semîneran û lidarxistina meşan şermezar dikin. Lê îsal çalakiyên ku ji bo vê rojê wê werin lidarxistin, pir dewlemend û balkêş in. Têkildarî vê mijarê jî Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd bi berfirehî axivî.
Rîma di destpêka axaftina xwe de got ku hemû çalakiyên 25'ê Mijdarê yên îsal diyarî berxwedana jinên Efxan û Efrînê dikin û wiha domand: "Ji ber ku jinên her du welatan bi rastî di vê salê de xwedî berxwedaniyeke bi nirx bûn, li hemberî hişmendiya mêr û dagirkeriyê, ji lewre me dît ku hêja ye em çalakiyên 25'ê Mijdarê diyarî wan bikin. Çalakiyên ku werin lidarxistin, di bin dirûşma "Têbikoşe! Dagirkerî û tundiyê têk bibe" de pêk tên. Jixwe pankarta navendî ya 25'ê Mijdarê ya ji daran hatiye amadekirin ji wêneyên Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat, Hind û Sîda, Denîz Poyraz, Leyla Agirî, Zehra, helbestvan û gerilaya Filipînê Kerîma Lorenna û rojnamevana Efxanî ya bi destê hikûmeta Talîbanê hat qetilkirin, dihewîne. Her şaxa darekê wêneyekî hevaleke şehîd hilgirtiye. Wê di van çalakiyan de 100 semîner li gundan werin dayîn da ku hîn bêtir em xwe bigihîjînin hejmareke zêde ji şêniyan û bi taybet jinan û wan birêxistin bikin."
Meşa mêran û komcivînên bi rûspiyên êlan re
Rîma wiha dirêjî da gotinên xwe: "25'ê Mijdarê meşeke giştî ye, jin û mêr jî tevli dibin her wiha 30'ê Mijdarê jî meşa mêran tê lidarxistin, wê mêr bi vê çalakiyê ve rabin. Ji ber ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî mêran xwe di pêvajoya guhertin û veguhertinê re derbas kirine. Êdî ew jî heya astekê ketine ferqa tundiya li dijî jinan didan meşandin û tundiya dewletê ku li ser wan dihat ferzkirin, mînaka wê jî pêşxistin û serkeftina sîstema hevserokatiyê ye. Her wiha zilamên ku perwerdeya 8'ê Adarê dîtine, wê semîneran bidin zilaman. Di heman wextê de jî wê komcivîn ji bo rûspiyên êlan ango eşîran werin lidarxistin û mijara tundiya li ser jinan, zewaca di temenê biçûk de û pirzewacî werin nîqaşkirin. Ji ber ku jinên di vê salê de hatin qetilkirin, hemû di bin navê adetên civakî de bûn. Ancax ev yek dikare bi riya rûspiyên eşîran were sekinandin û çareserkirin."
Fîlm û şanoyên kolanan 
Rîma got ku ya herî nêzî rihê civakê ye û dikare were guhdarkirin sikêçên kolanan e û wiha pêl da gotinên xwe: "Bi pêşengiya ciwanên şoreşger û Hîlala Zêrîn, wê fîlmên girêdayî mijara tundiya li dijî jinan li qadên vekirî, wekî gulistanan ango parkan werin nîşandan. Her wiha wê ji aliyê Hîlala Zêrîn ve jî şanoyên kolanan werin lidarxistin. Ne tenê li kolanan, li bazarê û li cihên ku tevgera şêniyan lê zêde ye. Armanca me ew e ku em xwe bigihîjînin damarên civakê û rastiya tundiya li ser jinan hîs bikin û wê rastiyê bibînin. Her wiha wê komcivîneke taybet ji bo jinan were lidarxistin, armanc jê ew e ku danasîna jinên Efxanistanê û lêkolînên der barê dîrok, berxwedanî û têkoşîna wan de hatiye kirin. Ev yek jî wê ji aliyê Jineolojiyê ve were dayin."
“Rojek ji jinên Efxan ên ku ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatin qetilkirin re ye”
Rîma da zanîn ku wê der barê jinên Efxan ku ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatine qetilkirin rojeke taybet hebe û wiha domand: "Girêdayî jinên Efxan, Hevrîn û tevahî jinên di cîhanê û Rojhilata Navîn de ku ji ber nasnameya xwe ya siyasî hatine qetilkirin, wê rojeke taybet were diyarkirin û çalakî werin lidarxisitn. Li ser vê mijarê ji Rojava ku weke qada Şoreşa Jinê tê nasîn, wê peyamên bihêz werin dayîn. Lidarxistina Konferansekî li Lubnanê û li ser du rojan di 30 û 31'ê Hezîranê de, ji hemû jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, ev ji me re teqez dike ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên pir mezin avêtine û ji jinên li welatên din re bûne cihê mînak û îlhamê." 
“Divê jin bi awayekî xurt tevli çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin”
Rîma sedemên ku hiştin çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê yên îsal dewlemend bikin wiha anî ziman: "Berxwedana jinên Efrînê yên ku heya roja îro dest ji dara zeytûnê bernedan û helwest û berxwedana jinên Efxanistanê li hember hikûmeta Talîbanê her wiha berxwedana Zehra, Hind û Seda, Hebûn, Leyla û Denîz Poyraz, hişt ku îsal plansaziya me cudayî salên borî be. Ji hemû aliyan de êrîş li ser têkoşîna jinan heye, ji lewre armanca me jî ew e ku hem jin û hem mêr bikaribin gavên hîn zêdetir ji bo civakeke wekhev û hevjiyana azad, biavêjin. Divê ku jin bi rengekî pir xurt tevlî çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin."