"Em çalakiya ciwanên Başurê Kurdistanê silav dikin"

Jinên ciwan yê Kobanê di derbarê meşa mertalên zindî ku li Başurê Kurdistanê destpê kiriye nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em li pişt şervanên tevgera azadiyê ne û em ê destek bidin çalakiya wan."

DİLUCAN BOZÎ
Kobanê- Demeke dirêje dewleta tirk êrîşî xaka Başurê Kurdistanê dike û di 23'ê Nîsanê de bi awayekî fermî êrîş kir. Di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê meşa ‘Mertalên Zindî’ ya ber bi herêma Behdînanê ve destpêkir. Hêjmarek zêde jin û welatiyên Başûrê Kurdistanê jî bi awayeke çalak beşdarî meşê bûn. Di 28’ê Mehê de Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li herêma Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta tirk, pêngava, “Werin Cenga Azadiyê” dabûn destpê kirin. Di çarçoveya vê pêngavê de îro bi beşdariya jinan û welatiyên herêma Başûrê Kurdistanê ji Koyê heya Behdînanê meşa dirêj a mertalên zindî destpê kir. Meşê ji Filkeya Sewz a Koyê destpê kir, ber bi Hewlêrê ve dewam dike. Welatiyên Başûrê Kurdistanê bi taybet jî jinan piştgiriyek bihêz dan meşê û di refên pêş de cihê xwe girtin. Di heman çarçoveyê de jî Tevgera ciwanên şoreşger yê Sûriyê û Yekîtiya jinên ciwan di meha Gulanê de dest bi meşa dirêj kirin û di wir de seferberî ragihandin û derdora 100 ciwan beşdarî seferberiyê bûn. 
Di derbarê mijarê de û êrîşên li ser xaka Başurê Kurdistanê me nêrîn ji jinên ciwan girtin.
"Derketina gelê Başurê Kurdistanê gaveke erêniye"
Jina ciwan a bi navê Dicle Hesen da diyarkirin ku wê bi rihê ciwanên şoreşger dê pergala AKP-MHP'e têk biçe û wiha pê de çû: "Di serî de em meşa mertalên zindî ya gelê Başurê Kurdistanê silav dikin. Li beramberî êrîşên dewleta tirk divê her çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan, ji ber êdî dem dema azadiyê, ne dema koletiyê ye. Êdî bese koletî bese bin destî, divê em xwe û welatên xwe azad bikin. Îro ku meş bi pêşengtiya jinên Başurê Kurdistanê de tê kirin, dide xuyakirin ku serkeftin û azadî nêz maye, ji ber Rêber Apo dibêje"Her tişt û her çalakiyê dê bi pêşengtiya jinan de destpêbike", îro em dibînin ku jin dibe pêşenga meşan, daxuyanî û çalakiyên cur be cur. Ji ber em azadiyê civakê di azadiya jinê de dibînin. Lê tenê gelê Başurê Kurdistanê nikarin tena xwe tiştekî bikin, divê em her çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan em li kolanin bin. Ji ber ku tenê yek parçe nikare li dijî dewleta tirk bisekine. Em her çar parçe em ê dawî li pergala dewleta tirk bînin. Îro şervanên tevgera azadiyê ji bo gelê xwe canê xwe feda dike, yê me jî erkeke li ser milê me hemû ciwanan dike ve ku em piştgiriya wan şervanan bikin."
"Dawiya dewleta tirk wê bi destê gelê Kurd be"
Her wiha jina ciwan a bi navê Beyda Osman jî axivî û wiha got: "Her kes dizane ku dîroka dewleta tirk dîrokeke qirêj û xwînxware. Dewleta tirk û çeteyên wî tu dever nehiştin û êrîş nekirin. Mînaka herî berbiçav Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rojane kiryarên hovane li wir derdikevin. Îro jî êrîşî xaka Başurê Kurdistanê kiriye, ji ber ku hebûn û tunebûna Kurdan li vir li ser vê axê ye. Ji bo wê jî divê em her tim li ser piyabin. Îro meşa mertalên zindî ku li Başurê Kurdistanê destpkêkiriye ev gaveke başe, lê divê her çar parçeyên Kurdistanê û dostên Kurdan rabin çalakiyan li dar bixin. Îro hemû dewletên desthilatar dixwazin Kurdistanê parçe bikin, ji bo em rê li pêşiya van êrîşan û parçebûnê bigrin divê em ranewestin. Bingehê civakan ciwanin dema ku ciwan xwedî li ziman, çand, hebûn û dîroka xwe derket wê demê em dikarin Rêberê xwe azad bikin, Kurdistanê rizgarbikin û faşîzmê têk bikin. Dema ku ev hemû jî bi serketin wê demê dewleteke bi navê tirkan namîne û ji holê rabe, êdî wê hemû pêkhate bi aramî jiyan bikin."