‘Em bi zanîna bîrdoziya Rêber Apo xwe bi pêş dixin’

Jinên ku beşdarî perwerdeyên xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn, teqez kirin ku perwerde bûye bingeha guhertina hişmendî û kesayeta wan.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Ev demek e li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Weke perwerdeyeke sereke di tevahî komîn, meclis, sazî, rêxistin, partî û tevgerên ji bîrdoziya Ocalan bawer in tê dîtin.

Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî hat girtin, 25 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye. Tevî şert û mercên giran ên girtîgehê, dewleta Tirk tecrîdeke giran ferz dike, 3 sal in agahî jê nayê girtin. Her wiha hevdîtina bi malbat û parêzeran re tê astengkirin.

Li kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 4 mehan pirtûkên Ocalan ên bi zimanê Kurdî û Erebî tên xwendin. Heta niha bi dehan komên xwîneran, perwerdeyên xwe bi dawî kirine. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kobanê ku xwendina parêznameya 5’emîn ji bo xebatkar û endamên xwe birêxistin kiriye, heta niha 3 koman perwerde bi dawî kirine û dest bi komên xwendinê yên nû kiriye.

Jinên ku beşdarî xwendina parêznameyan bûn, nêrîn û nirxandinên xwe ji ajansa me re vegotin.

‘Bi xwendina parêznameyan çareserî jî çêdibe’

Rêvebera Akademiya Şehîd Vîyan Amara ya Bîrdozî ya Desteya Perwerdeyê ya kantona Firatê Hêvîn Ehmed Îbrahîm li ser parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Weke desteya perwerdeyê me 3 kom ava kirine û tê de parêzname hatine xwendin. Me her komek nêzî 2 mehan xwendinê domand.”

'Bi xwendin û fêrkirinê zanebûn ava dibe'

Rêvebera Pirtûkxaneya şehîdên berxwedana Kobanê ya girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Zehra Ehmed ku yek ji jinên beşdarî perwerdeyê bibûye, wiha qale mijarên ku ku li ser perwerde dîtine dike: “Perwerdeya ku me dest pê kiribû di navbera 2 mehan  de bi dawî bû. Bi beşdarbûna perwerdeyê min xwest fêrî hinek tiştan bibim û min gelek sûd jê dît.”

‘Ez bi naskirina Rêber Apo re xwe jî nas dikim‘

Zehra Ehmed guhertinên ku di kesayet û hişmendiya xwe de dîtiye wiha bilêv kir: “Min xwe di nava nirxandinên Rêber Apo de kûr kir. Ji ber ku min berê nikaribû ji kesê li hemberî xwe re  bigota ev şaş e yan rast e. Niha ez dikarim biaxivim. Di demên berê de keçik nikaribûn biçûyana dibistanan û bixwendana ji ber ku şerm didîtin lê bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha her kes dixwîne û fêr dibe. Ji bo vê yekê ez dixwazim her kes parêznameyên serokatiyê bixwîne û di di jiyana xwe ya rojane da pêk bîne.”