'Em bi yekitiya jinê hevrêtiya jinê derxînin pêş'

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kurdistanê Rojîhilat banga tevlîbûneke xurt li çalakiyên salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" kir û got. "Em her tim bi yekîtiya jinan rêhevaltiya jinê derxînin pêş."

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kurdistanê Rojîhilat bi boneya salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî” daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de bang li jinên ciwan hate kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û tevlî çalakiyên bi boneya salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî bên lidarxistin bibin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû cîhan girîngiya tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi taybet azadiya jinê dibîne û wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê azadiya Rêber Ocalan tê wateya azadiya jinê. Jin têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û belavkirina fikrên wî weke erka xwe ya bingehîn dibînin."

'Divê em azadiya jinê biparêzin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek berpirsyariyên jinên ciwan hene û ev tişt hatin gotin: “Pêkanîna stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, sedema serkeftina têkoşîna me ye. Ji bo vê jî divê em Rêber Ocalan rast fêm bikin û bi serhildana 'Jin, jiyan, azadî' re azadiya jinan li hemû cîhanê misoger bikin. Werin em her tim bi yekitiya jinê hevaltiya jinê derxin pêş. Li ser vê bingehê divê em bi awayekî herî xurt beşdarî çalakiyên salvegera serhildanê bibin û bi çalakiyên xwe nîşan bidin ku em di sedsala 21’an de çawa gav bi gav bi pêş ve diçin.”