"Em bi rihê têkoşer Bêrîtan bibin bersiva êrîş û îxanetê"

Endama rêxstina Kongreya Star Semîra Ehmed têkoşer Bêrîtan Hêvî bi bîr anî û got: "Divê ku jinên Kurd û bi taybet yên Başûrê Kurdistanê li ser bingehê têkoşîna Bêrîtan bibin bersiva vê pêvajoyê."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Bêrîtan Hêvî bi navê rast Gulnaz Keratş di 1971`an de li gundê Solhan yê bi ser Cewlikê de ji dayik bûye, lê bi eslê xwe ji bajarê Dêrisimê ye. Gulnaz Keretaş di 1991`an de beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Di 1992`an de dewleta tirk, Îran û PDK`ê hewla tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê didin. Li hember êrîşên ku li ser çiyayên Başûrê Kurdistanê destpê kirin, têkoşer Bêrîtan û hevalên xwe ji bo parastina axa xwe şer kirin. Şer û pevçûnên dijwar rû didan, tabûra Bêrîtan heta ku cebilxaneya wan bi dawî bû şer kirin. Dema ku gûleyên têkoşer Bêrîtan bi dawî dibin, ji bo ku nekeve destên pêşmergeyan tifinga xwe dişkîne, bi tilîliyan xwe li ser zinarên çiyayê Lêlekanê davêje. Bêrîtan Hêvî çalakiya li dijî xeta îxanetê û êrîşên tunekirina Tevgera Azadiyê Kurditanê di 25`ê Cotmeha 1992`an de jiyana xwe ji dest dide. Bi vî rengî ew li pey xwe mîrateyeke demdirêj dihêle ku bi hezaran jin beşdarî nava Tevgera Azadiyê bibin. Bi boneya 29`emîn salvegera Gulnaz Keretaş, endam Kongreya Star ya kantona Kobanê Semîra Ehmed ji ajansa me re axivî.
"Ew çavkaniya têkoşîna me ne"
Semîreyê di destpêka axaftina xwe de çalakiya Bêrîtan Hêvî nirxand û got: "Têkoşer Bêrîtan bi riya çalakiya xwe mohra xwe li dîroka jinên Kurd da û ji bo tevahî jinên azadîxwaz bû sembol. Ji bo ku nasname û hebûna jin were bi destxistin, şehîd Bêrîtan her tim têdikoşiya. Ji ber ku ew xwedî kesayeteke bîrdozî û têgihiştî bû bi tu rengî zordarî û îxanet qebûl nekir, ji ber vê wê heta dawî jî şer kir. Em weke jinên Kurd   xwe li ser bingehê têkoşîn û mîrateya ku şehîd Bêrîtan û hevriyên wê ji me re hîştin bi rêxstin dikin." 
"PDK heta niha jî heman siyasetê dike"
Di domandina axaftina xwe de Semîra Ehmed nêzkatiyên PDK`ê yên di vê pêvajoyê de anî ziman û got: "Çalakiya şehîd Bêrîtan li dijî xeta îxanetê bû. Lê heger em di roja îro de li rewşa Başûrê Kurdistanê binêrin, em dibînin ku ew xeta têkoşer Bêrîtan çalakî li hember wê kir hîn jî dewam dike. PDK`ê dibêjin ku ew Kurd in, lê em li piratîka wan dinêrin ku tu girêdana wan bi Kurdan re tune ye. Ew hevkariyê bi dewleta tirk re dike, welat û gelê xwe difroşin. Îro dewleta tirk bi destûra PDK`ê tevgera dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê destpê kiriye. Lê ez dixwezim bêjim ku dewleta tirk dijminê tevahî Kurdan e û ew tu carî bi me re nabin dost û heval. Ji ber vê divê ku PDK`ê hişyar be û rê nede dagirkeriyeke nû.
"Divê jinên Başûrê Kurdistanê xwedî li têkoşer Bêrîtan derkevin" 
Endama Kongreya Star Semîra Ehmed axaftina xwe bi banga xwedî derketina li xeta têkoşer Bêrîtan bi dawî kir: "Em têkoşer Bêrîtan bi bîr tînin, soza şopandin û xwedî derketina li têkoşîna wê nû dikin. Banga me ji bo jinên Başûrê Kurdistanê heye ku ew jî xwedî li vê têkoşînê derkevin. Divê ku di roja îro de ew pêşengiya têkbirina dagirkeriyê bikin û yekrêziya Kurdî ava bikin. Şehîd Bêrîtan di oxira vê armancê de canê xwe feda kir, pêwîste em weke jin jî kedeke mezin bidin da ku em xeyalên wan bi cih bînin."