“Em bi namzedê xwe bawer in”

Yekitiya jinên Ciwan ên Êzidî ji bo namzedê partiya PADÊ’ê îro li navenda Sînûnê ya girêdayî Şengalê bi def û cil û bergên xwe yên gelêrî belavokên ku tê de bernameya Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan PADÊ’ê hatiye nivîsandin belav kirin.

Şengal-  Ji hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê re 14’e roj man. Her roja ku diçe civaka Şengalê ji rûspî heya ciwanan ji bo partiya wan bi ser bikeve her roj kar û xebatên reng bi reng didin meşandin. Yek ji wan xebatên rengîn jî îro ji aliyê jinên ciwan ve hat kirin. Jinan cilên xwe yên gelêrî li xwe kirin û yek bi yek li sûka navçeya Sînûnê geriyan belavok belav kirin û bênavber dirûşmên bijî berxwedana PADÊ’ê qêriyan.
Jinên ciwan ên ku bi eşqek mezin bi erka xwe radibin dibêjin: “Em dixwazin Semîr Şêx Derwêş bi serbikeve ji ber ku bi serkeftina wî em ê bikaribin siberojên bi ewle û azad bijîn û mafên xwe di her qadê de bixwazin."
"Ew ji bo PDK’ê kar dikin" 
Ciwana bi navê Cîman Şengalî dibêje: “Em dixwazin Semîr Şêx Derwêş bi ser bikeve ji ber ku em wî nas dikin. Ciman Şengalî rexne li namzedên din ên Êzidiyan dike û dibêje Semîr Şêx Derwêş li gel me ye ger kar bike jî wê ji bo me bike. Berê me dengên xwe dida Viyan Dexîl û Mehemet lê em ji vir şûnde nadin ji ber ku ew ji bo PDK’ê kar dikin ne ji bo gelê xwe."
Ciwan din a bi navê Xezal Xêro, bi van gotinan baweriya xwe ya ji bo namzedê xwe tîne ziman: “Em bi Semîr Şêx derwêş bawer in ji ber ku ew ji bo civaka me kar û xebat dide meşandin henû Êzidî dibêjin em ê dengê xwe bidin Namzedê PADÊ’ê. Em weke ciwan li her deverê kar didin meşadin ji ber ku ev ji me re şansek e divê em vê yekê bi kar bînin û bi ser bikevin.”