“Em bi dengê xwe dikarin li beramberî êrîşên dewleta Tirk bisekinin”

Êrîşên dewleta Tirk li ser Beşûrê Kurdistan berdewam dike, li gora daneyên şeş mehan 323 caran dewelata Tirk çekên kîmyayî bi kar aniye. Çalakvana jingeh parêz Çeman Tahir bi bîr xist ku dewleta Tirk êrîşî xweza û zindiyan dike, divê hemû kes li himberî vê yekê rabin.

TEWAR PÊNCEWANÎ
Silêmani - Êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji 23’ê Nîsanê ve berdewam dike. Li gora ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) dewelta tirk 323 caran çekên kimyayî li herêmên Behdînan, Avaşîn, Zap û Metîna bi kar anîne. Rêxistina SPT ya li Kurdistan û Îraqê dan diyarkirin ku hemwelatiyên sivîl bûne qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk ên biçekên kimyayî.
“Dewleta Tirk xwazayê tune dike”
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistann çalakvana medenî ya jinge parêz Çemen Tahir da zanîn ku dewelta Tirk beriya ku êrîşî aliyekê bike destpêkê êrîşî xweza û zindiyan dike û got: “Piştî êrîşan bi karanîna çekên kimyayî jiyan li van deveran gelek zehmet bûye, pêre derûniya hemwelatiyên li van herêman jî xira bûye. Hemwelatiyên sivîl li gundên xwe zererê dibinin û eve hemû dij mirovahiyê ye. Li gel hemû rêxistinên sivil me banga rawestandina van êrîşan kir. Ji ber ew gundên ku tên wêrankirin ên herêma Kurdistanê ne û qet tu têkiliyên wan bi aliyên siyasî re nîne. Çalakvanên rêxistinên sivîlan dikarin bi rêya rêxistinên navdeweletî dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Bi komkirina dengan emê bikarin êrîşên dewleta Tirk bi sekinînin. Ji ber tunekirina xwezayê dibe tunekirina mirovahî û herêmê. Divê ev êrîşane were sekinandin. Mafê me ye em weke gelê Kurd li hember van êrîşên li ser xaka Kurdistanê bisekinînin.”