“Em baş dibînin, lê nikarim bêjin”

Koçberên Kampa Holê yên ku ji Helebê ji ber şerê navxweyi yê Sûriyê, neçarî koçberiyê bûn û li kampa Holê hatin bi cih kirin dan zanîn ku ji ber şaneyên veşartî wan nedikarîbûn rihet bijîn û ji ber tirsa ji şaneyan nikarin hinek rastiyan bêjin.

 
SORGUL ŞÊXO  
Hesekê - Piştî destpêkirina şerê navxweiyê yê Sûriyê, di encama şerê di navbera rejîma Baas û çeteyên girêdayî dewleta tirk de rû da, bi deh hezaran şênî neçarî koçberiyê bûn. Koçberên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan re hembêza xwe vekir û ew li kampan bi cih kirin berê xwe dan van herêman. Kampa Holê ya ku 60 hezar koçber û jinên biyanî digre nava xwe, piştî bi cih kirina malbatên çeteyan bûyerên qetilkirin û tundiyê hatin desptêkirin. 
Ji ber bombebarana rejîma Baas li Heleb û gelek bajarên Sûriyê gelek malbat koçber bûn. Sûreya Qasim dayika 4 zarokan e, di encama şerê ku li Sûriyey qawimî de ew jî wekî hemû jinên din neçar dimîne ku zarokên xwe biparêze. Di nava Opereyona Mirovî û Ewlehiyê de koçberên kampa Holê yên ji bajarê Heleb a Sûriyê, nerînên xwe anîn ziman.
Zaroka 14 salî 3 zarokên wê hene
Jinan nedikarîbûn ji ber şaneyên veşartî, ên ji ber xeteriyeke pir mezin li ser wan ava dike rehet nikarîne biaxivin. Dibe ku ziman nedikarîbûn ku hinek tiştan bêje, lê awir, lerizandina deng û kelecana wan, asta tirsa wan ji şaneyên DAIŞ'ê îfade dikir. Zarokên ku temenê wan nebûbû 14 salî, tiliya destê rastê bilind dikirin û digotin ku DAIŞ têk neçûye, heye û belav dibe. Bi vê gotinê diyar dibe DAIŞ çawan wan zarokan perwerde dike ku li ser xeta wan bimeşin. Her wiha ya herî balkêş jî zarokên keç ên ku temenê wan nêzî 14 salî bûn, xwedî 3 zarokan e. Jinan gotin ku wesîteya Ebû Bekir El-Bexdadî ew bû ku em hejmareke zêde zarokan bînin û perwerde bikin. Armanc ji vê yekê ew bû ku neslê wan neqede û berdewam bin.
“Em baş dibînin lê nikarin vebêjin”
Sûreya da zanîn ku ew gelek bûyeran bi çavên xwe dibînin lê nikarin ku bêjin û wiha got: "Kes ji koçberiyê hez nake, lê caranan rewşên şer mirov neçarî koçberiyê dike. Nêzî du sal û nîv in em li kampa Holê li beşê 5 bi cih bûne. Em gelek bûyerên şewitandina konan û rastiyên ku rû didin dibînin. Ji bo parastina zarokên xwe em nikarin her titşî eşkere bêjin û jiyana xwe bixin xeteriyê."
“Ji Heleb ber bi Baxoz û Holê ve”
Emîna Şehûb dayika zarokekî ye wiha behsa rêwîtiya jiyana xwe dike: "Bi eslê xwe ji Helebê me, lê li Babê zewicîm û bi hevjînê xwe re hatim Tebqa û ber bi Baxozê ve em ketin rê. Paşê dema ku şerê Baxozê dest pê kir, em gelekî tirsiyan, ji ber wê me xwe radestî hêzên QSD'ê kir û em hatin kampa Holê. Du sal in ez li kampa Holê tevî kur û hevjînê xwe dijîm, dayik û bavê min jî ne li vir in û niha jî ez bi tenê me. Beriya meh û nîvekê hevjînê min, dema ku agir bi konan dikeve bi giranî dişewite û piştî 7 rojan li nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest dide. Çiqasî rewşa kampê baş û ne baş be, mirov ne li cem malbata xwe be zor e."
"Ewlehî nema ye“ 
Emîna wiha behsa rewşa Kampa Holê dike: "Li kampê hemû rengê îşkence û şewitandina konan tê kirin. Ez ji dûr ve li van kiryaran meyze dikim, ji ber ku ez nikarim gotinekê jî bêjim. Aramî û ewlehî li vir tune ye, derveyî van jî dizî û şewitandina kampan jî heye. Ez dixwazim malbatên DAIŞ'ê ji vir derkevin. Ne şev û ne jî roj ez kampa Holê bi ewlehiyê hîs nakim."