“Em bang li rêxistinên jinan dikin li jinên Efrînê xwedî derkevin”

Li Efrîna dagirkirî rojane jin rastî îşkencê tên. Herî dawî jî jinek ducanî bi îşkenceya çeteyên dewleta Tirk hate qetilkirin û du jinên dinê jî hatin revandin.

 
Şehba – Welatiyên li deverên ketine bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê dimînin rojane rastî îşkenceyê tên. Her roj nûçeyên revandin û îkencê ji wan herêman tên dayîn. Herî zêde îşkence li jinan dikin ji ber jin bingeh û koka civakê ye û armanca dewleta Tirk jî qelandina koka kurdane. Herî dawî li Efrîna dagirkirî jinek dû canî bi îşkenceya çeteyên dewleta Tirk hate qetilkirin. Jina du canî ya bi navê Nemet Behcet Şêxo ji gundê Qûpê ya navçeya Reco ya Efrînê ye. Ew û hevjînê xwe li navenda bajarê Efrînê ji aliyê Îstixberata dewleta Tirk ve hatin bin çavkirin û ew birin Zîndana Emîr Gubarî ya navenda bajar. Ev zîndan li gor çavkaniyên herêmî ya îstixbarata dewleta Tirke. Li gor agahiyan Nemet û hevjînê xwe di bûyera teqîna dayî ya li Efrînê de hatin girtin û nêzî 6 saetan di bin lêpirsîn û îşkencê de man û ji ber îşkenceya çeteyên dewleta Tirk Nemet jiyana xwe ji dest da. Heta niha jî çarenûsa hevjînê Nemet Xelîl Nesan ne diyare. Di heman demê de du jinên din ên ji gundê Birîmçe ya navçeya Mabeta Efrînê yên bi navê Mizgîn ya 28 û Zozana 33 salî bi destê çeteyên dewleta Tirk hatine revandin û heya niha çarenûsa her du jinan jî ne diyare. Cîgira Desteya Jin a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Mele Hesen ji ajansa me re behsa kiryarên beramberî jinan li Efrînê tên meşandin kir.
“Jinek du canî hate qetilkirin”
Emîne diyar kir ku kiryarên dagirkeriyê yên li Efrînê tên meşandin hîna dom dike û wiha dibêje: “Ev nêzî 4 salin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkirine. Miletên ku li Efrînê niha dimînin rastî îşkence, zor, zehmetiyan û tecawizê tên. Dewleta Tirk a dagirker dijmantiya xwe di serê sivîlan de derdixe bi taybet jinan. Ev jî zihniyeta baviksalarî û serdestî ya dewleta Tirk dide nîşandan. Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker hewil dide demografiya herêmê bide guhartin, yekîneyên niştecihbûnê dide avakirin. Di heman demê de hînbûna zimanê Tirkî li dibistanan tê ferz kirin. Siyaseta dewleta Tirk a dagirker û armanca wê xuyaye ew jî qirkirin û tunekirina koka Kurdane. Li deverên dagirkirî bi taybet li Efrînê bi hêcetên cuda çeteyên dewleta tirk jinan binçav dikin û davêjin zîndanan. Li zîndanan jî jin rastî îşkence û tecewîzê tên. Bûyera dawiyê ku li Efrînê qewimyî jinek du canî hate revandin û ew xistin zîndanê û çeteyên dagirkiriyê bi îşkenceyên giran ew jin qetil kirin. Piştî ku çetan îşkence lê kirin ew rakirin nexweşxaneyê ji bo li pêşiya raya giştî xwe bê sûc nîşan bidin.”
Emîne bang li rêxistinên navdewletî, bi taybet rêxistinên jinan kir û got: “Em weke rêxistina jin banga me ji rêxistinên navnetewî û rêxistinên jinan ewe ku xwedî li jinên li deverên dagirkirî dimînin derkevin û îşkenceya li wan tê kirin bidin rawestandin. Divê heqîqeta Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê bê eşkerekirin da ku bibînin jin rastî çî îşkencê tên. Pêwîstî bi dîtina çareseriyekê ji kiryarên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê re bê dîtin û komîteyek berpisiyar derbasî deverên dagirkirî bibin da ku rastiya Tirkiriyê raghînin û nas bikin.”