“Em bang li CPT dikin bi erka xwe rabe”

Jinên di meclîsa navçeya Fafîn a kantona Şehbayê de cîh girtin e bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û gotin: "Azadiya Rêber Apo azdiya me jinan û gelên bindeste.”

HESNA MIHEMED
Şehba - Pergala Îmraliyê ne li gorî hiqûqê, li gor siyasetê hatiye avakirin. Zextên ku li Îmraliyê tên kirin di esas de zexta li dijî gelê kurd e. Li dijî zext, tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê gelê kurd di nava tekoşînê de ye. Kurd çalakiyên xwe bernadin heya azadkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mizoger dikin. Endamên meclîsa navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezarkirin.
"Rêber Apo ji bo azadiya gelan ked da"
Endama komîteya jin a meclîsa navçeya Fafînê Henîfa Oxlî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan şermezarkir û ev tişt bi lêvkir: "Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin. Rêber Apo ji bo azadiya gelan ked da. Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li ser bingeha fikrên Rêber Apo pergala xwe ava dike. Em jî soza nûkirina berxwedanê li dijî tecrîdê nû dikin û tu carî dev ji standina mafên xwe yên rawa bernadin heya ku em fîzîkî Rêber Apo ji zîndana Îmraliyê azad dikin."
Fehîma Elî ya ku di heman meclîsê de cih digire jî bang li rêxistanên  mafê mirovan bi taybet rêxistina CPT kir ku bi erkên xwe rabin û ev tişt anî ziman: "23 sal li ser dîlgirtina Rêber Apo re derbas dibe. Her tim hevdîtinên parêzeran bi Rêber Apo re ji aliyê dewleta tirk ve tên astengkirin. Divê rêxistinên peywendîdar ji bo azadiya Rêber Apo tev bigerin bi taybet rêxistina CPT."
Endama meclîsa Fafînê Fatimê Ehmed jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan redkir û wiha pê da çû: "Serokê me azad nebe em jî azad nabin. Azadiya me bi azadiya Serokê me ve girêdayi ye. Heta ne tenê azadiya me azadiya hemû welatên Rojhilata Navîn bi azadiya Serokê me ve girêdayi ye, ji bo wê jî emê bê sekin li hemberî tecrîdê di çalakiyan de bin.”