“Em azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibînin”

Jinên Şengalê diyar kirin ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bêdeng namînin û gotin: “Em azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibînin, ji bo wê jî emê bêdeng nemînin.”

 
HÊVÎ AZAD
Şengal – Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hema bêje li welat û derveyê welat jin bê rawestan têkoşîn dikin. jinên Şengalê yên dibêjin: “Em azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibînin” jî di nava çalakiyan denin û bertekên xwe tînin ziman.
“Azadiya Rêberê me azadiya me ye”
Jina binavê Sêvê Kûrto ya ji gûndê Guhbel ê Şengalê diyar kir ku ewê li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û wiha domand: “Tecrîda li Îmraliyê ser Rêberê me tê meşandin, li ti devera diniyayê nîne. Li her derê mafê girtiyan heye bi malbat û parêzerên xwe re bipeyîvin û hevdîtin bikin, wê jî ji bo me zêde dibînin û nahêlin em agahî ji Rêberê xwe bigirin. Emê li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin. Em weke gelek di fermanê re derbaz bûyî azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibînin. Roja fermanê her kesê devji me berda lê Rêberê me şervanên xwe bi hewara me de şand û em xelas kirin. Em vê ticarî ji bîr nakin û çalakiyên ji bo azdiya Rêberê xwe weke erekek sereke dibînin û heta azadiya rêberê xwe emê têkoşîn bikin.”
“Em ciwanên Êzidî fikrên Rêberê Apo ji xwe re xilasî dibînin”
Jina ciwan Meysûn Hisên jî dest destnîşan kir ku we ciwanên Şengalê dê pêşengiya çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê bikin û wiha domand: “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe napejirînin. Heta Rêberê me bi parêzeran û malbatê re hevdîtin neke em ê din ava çalakiyan de bin. Em ciwanên Êzidî fikrên Rêberê Apo ji xwe re xilasî dibînin. Berî fermanê û hatina şagirtên Rêber Apo mafê jinên Şengalê di ti aliyan de nebû, em niha şiyarbûne û wê nêrîna berê li ser xwe na pejirînin. Em bi xwe bawer dikevin nava her karî û pêşengiyê dikin. Ez bi xwe ger xwe minak bidim berî ez Rêbertî nasbikim ez jinek ji rêzê ya mal bûm lê niha min xwe bi hêz kiriye û ji hertiştî re jî xwe amade dibînim.”
“Ji bo azadiya Rêber Apo çî ji me bê xwestin em texsîr nakin”
Endama TAJÊ’ê Rena Salih jî hêrsa xwe ya li hemberî tecrîdê wiha anî ziman: “Ev 23’ê sale Rêber Apo di girtigehê de ye. Em jî dixwazin weke her serokekê Rêberê xwe dinava xwe de bibînin. Tişta wî ji mer kirî kesekê nekiriye, em ji fermanê rizgar kirin. Ger ne ji şervanên Rêber Apo ba em jî xelasnedibûn, bi saya wan em xelas bûn. Em çi jî jêre bikin kême. Weke jin emê her parêzvanên Rêberê xwe bin, ji bo azadiya wî çi ji me bê xwestin em teqsîr nakin.”