Elîf Mihemed: Şewata li Efrînê xeteriyekê li ser jîngehê dike

Hevseroka Desteya Şaredariyên Gel ên Efrîn-Şehbayê Elîf Mihemed daxuyakirin ku şewata li Efrîna dagirkirî rû daye xeteriyekê li ser ekolojî û gerdûnê dike û divê rêxistinên parastina jîngehê dikin li dijî vê kiryarê xwedî sekin bin."

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 23'ê Tîrmehê de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve agir bi erdên di navber gundên Edema û Elîbîskê li navçeya Reco ya kantona Efrîna dagirkirî hate pêxistin û ev agir gihîşt 9 gundan û hemû dever şewitand. Bi ramanca şewitandina çiya û zeviyên gel hat pêxistin û zêdetirî 2 hefteyan agir nehatiye vemirandin. Heya niha ji aliyê tu kesî ve li dijî zanebûn şewitandina şewatê ku bi zanebûn hat pêxistin bertek nehatiye. Dewleta Tirk polîtîkayên xwe yê li çiya û gundên bakur û başûrê Kurdistanê raber dike li Efrînê jî dide nîşandan. Navên gundên ku hatin şewitandin wiha ne; Edemo, Elîbîskê, Bilîlko, Çela, Xilalko, Kosa, Şengîlê, Berava û gundê Derwêş e.

Di encama vê şewatê  de bi hezaran darên mezin û ên bi berhem wek Zeytûn, Gûz, Hinar, Hejîr her wiha daristanên li navçeyê, hatin şewitandin. Li gor bilançoya dawî ya Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriyeyê ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya niha zêdetirî 391 hezar dar hatine şewitandin, li kêlek wê 12 hezar hektar ji erdên çandiniyê hatine şewitandin û 500 hezar darên zeytûnê û zêdeyî 21 milyon ji darên cur bi cur hatine birîn.

Der barê şewata ku li Efrîna dagirkirî çêbûye û xeteriyên li ser qada ekolojîk çêdike Hevseroka Desteya Şaredariyên Gel Efrîn-Şehba Elîf Mihemed bi ajansa me re nirxandin kir.

'Di herêmên dagirkirî de tenê kiryarên hov tên meşandin’

Elîf Mihemed bal kişand ser armanca tunekirina nasnameya Kurd û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ji dîrokê heya roja me îro êrîşên ku Împaratoriya Osmanî destpêkir û Komara Tirk dewir girtiye berdevam dike. Di hemû hevpeymanên xwe de bendên ji bo qirkirina Kurdan xuya dikin. Her tim siyaseta qirkirin û pişaftinê li ser civaka Kurd didin meşandin. Armanca wan sereke ku Împratoriya xwe ya Osmanî di Rojhilata Navîn de berferhtir bike. Dagirkirina Efrîn jî yek ji biryarên cîhanî bû ku ji bo amadekirina xwe ji Mîsaqa Milî û temamkirina hevpeymana Sykes-Picot bû. Bi hemû rêbazên tund dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe derbasî Efrînê bû û ew dagirkirin. Di herêmên dagirkirî de tenê dizî, talankirin, wêrankirin û kiryarên hov tên meşandin, ev jî rastiya dagirkeriyê derdixe holê ku ji bo talankirinê Efrînê û herêmên dîtir xist bin serweriya xwe."

'Dewleta Tirk Kurdistanê talan dike'

Elîf Mihemed di berdewamiya gotinên xwe de da xuya kirin ku kiryarên dagirkeriyê li ser xwezayê jî tê meşandin û wiha pêl da gotinên xwe: "Heya dewleta tirk li Efrînê dagirkeriyê dide meşandin. Civaka ku li Efrînê dimîne ji exlaq, çand, dîrok dûr xist û ew talan kir. Di van demên dawî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ve xweza û dîroka Efrînê tê dişewtîn û wêran dibe. Agirê ku li Efrînê hatiye pêxistin bi zanebûn e loma heya niha ji aliyê dagirkeriyê ve nehatiye vemirandin. Armanca wan sereke ku xwezaya herêmê tûne bikin ji bo dîroka wê winda bibe. Bi hezaran darên zeytûnê ku Efrînê pê tê nasîn hatin şewitandin û birîn. Ev rastiya dewleta Tirk ku ji bakur, rojava heya başûrê Kurdistanê kiryarên xwe dide meşandin û daristanan dişewitîne. Li hember van kiryaran cîhan jî ji bêdengiya xwe dernakeve. Darên zeytûnan li dewletan tên firotan û bazirganî li ser tên çêkirin ev jî cihê êşê ye ji ber bi keda dayîk û dapîrên me ev dar hatin çandin."

'Rêxistinên parastina ekolojîk dikin divê nava tevgerê de bin'

Elîf Mihemed di dawiyê de diyarkir ku bi vê şewitandinê ne tenê Efrîn gerdûn jî di nava xeteriyekê re derbas bibe û ziyanên mezin dê bigihêje ekolojiyê û wiha got: " Ji ber xweza tê talan û wêran kirin bi şewitandina daristan û zeviyên Efrînê zirarên mezin digihêje gerdûnê jî. Ev xeteriyekê li ser jiyana mirovahiyê ava dike. Li hember vê kiryarên ku xweza tê re derbas dibe divê rêxistinên eleqadar û yên ku parastina ekolojiyê dikin bi lez têkevin nava liv û tevgerê. Ji ber xwezayek tê talankirin. Em jinên Efrînê tu car li hember van kiryaran bêdeng namînin û em ê carek din vegerin Efrînê û darên zeytûnê biçînin."