Elîf Kaya ku ji bin kavilan hat derxistin li ku ye?
Elîf Kaya di erdheja navenda wê Mereş de li taxa Cebraîl a malên bicihbûna Emlak di bloka 1 qata 6’an dima. Lê belê ji Elîf Kayaya 18 salî xeber nayê girtin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî nûçeya ku di Gazete Duvar de derket, Elîf Kaya di roja yekem a erdhejê de ji bin kavilan hatiye derxistin. Kesê ku dibêje Elîf Kaya ji bin kavilan hatiye derxistin, dema ku tesbît kirin nefes nastîne wê li erdê hiştine û çûne alîkariya kesên din. Lê belê malbatê vê îdiayê piştrast nekir û serî li dozgeriyê da. Malbatê diyar kir ku li goristana bêkesan jî cenazaeyê Elîfê nedîtine.
Tê îdiakirin ku Elîf Kaya ji bin kavilan hatiye derxistin. Malbat li ser îhtîmala ku Elîf di çavdêriya awarte de tê ragirtin, disekine.