Ekmek ve Gul li herêmên erdehejê pira xuşkan ava dike
Ekmek ve Gul bi dirûşmeya ‘Bi pira xuşkan em ê jiyanê ji nû ve biafirînin’ ji bo mexdûrên erdhejê jin û zarokan dest bi xebatek nû kirin.
Navenda Nûçeyan – Ekmek ve Gul bi dirûşmeya ‘Bi pira xûşkan em ê jiyanê ji nû ve biafirînin’ ragihandin ku ji bo pêwsitiyên mexdûrên erdhejê jin û zarokan dabîn bikin dest bi kampanya kirine.
Di daxuyaniyê de Emek ve Gul da zanîn ku wê bi hemû jinên weqfan re di nava hevkariyê de bin û wiha gotin: “Li herêmên erdhejê ji bo em birînên xuşkên xwe bipêçin, destê me yê ku bi erdhejê gihayî hev wê jiyanê ji nû ve ava bike û wê tu caran qût nebe… Divê şert û mercên ku mirov tê de jiyan bikin were avakirin, divê pêwîstiyên jin û zarokan yên bingehîn ên weke bicihbûn, xwarin, tendirûstî, ewlehî, perwerde û parastina li dijî tundîtûjiyê bi awayek rêk û pêk û berdewamî were dabînkirin… Divê qeyda tiştên jin û zarok jiyan kirine werin girtin, tiştên ku me jiyane tu caran neyê ji bîr nekin û em destûr nedin ku bê jibîrkirin… Binpêkirinên mafan werin ditîn, ji mutahîtan heta berpisên herî jor divê hesab were pirsîn û ji bo dewlet erkê xwe bi cih bîne… Daxwazên hemû jinên mexdûrên erdehjê daxwazên me ne û ji bo em bi hevre dengê xwe bilind bikin, wek jinan li welat û li çar parçeyên cîhanê me xetek ya piştevaniyê ava kir. Em navçe bi navçe bajar bi bajar digerin, em piştevaniya xwe li her derê welat bi hêz dikin. Em bang li hemu jinan dikin ku beşdarî pira xuşkan bibin û jiyanê bi hevre ava bikin.”
Xeta navnetewî ya piştevaniyê hat avakirin
Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku pêwistiyên jin û zarokan ji bo pêwistiyên psikososyal, perwerde û xizmetên tendirûstiyê pêk were, timên profesyonek ava kirine û hewil didin alikariya rêk û pêk bikin. Bal lê hat kişandin ku ji bo timî berdewamkirina piştevaniya jinên navnetewî û seferberkirina derfetan tevî rêxistinên jinan ên ji welatên cûda tor ava dikin. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku jin û zarokên li heremên erdhejê rastî binpêkirinên mafan tên û ji saziyên berpirsiyar hat xwestin ku erkên xwe pêk bînin.
Ji jinan bang
Ekmek ve Gul di daxuyanê de daxwaz kirin ku alîkarî bidin xebatên wan û wiha gotin: “Li herêmên erdhejê hinajî pêwîstî bi melzemeyên bingehî heye û divê alîkarî were kirin. Ew alikariyên ku me kom kirine hûn dikarin alîkariya me bikin, da ku em bikin paket. Li herêmên erdhejê li bajarên cûda bi avakirina qada jiyanê pêwîstiyên jin û zarokan di mijara alikariya psikososyal tendirûstî, timên ku bi awayek rêk û pêk diçin herêmê dikarin bejdarî wan bibin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo derûnnas, civaknas, pisporê pêşketina zarokan, pisporê rehberî, perwerdekara beriya dibistanê, perwerdekara drama, xebatkarên tendûristî û parêzerên ku dixwazin di xebatê de cih bigrin reqama telefonê ya “0533 209 01 78” hat parvekirin.