Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar li dibistanê bê kirin

Şaxa Hejmar 5 a Egîtîm Senê ya Îzmîrê, ji ber ku navê îşkencekar Esat Oktay Yildirim ê li Girtîgeha Amedê bû sedema mirina nêzî 60 mirovan li dibistana seretayî ya Îzmîr Bucayê hat dayîn bertek nîşan da.

Navenda Nûçeyan - Şaxa Hejmar 5 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Îzmîrê, bertek nîşanî navê Esat Oktay Yildirim li dibistana seretayî ya navçeya Bucaya Îzmîrê hatiye dayîn, da. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku tevî bertekan jî walîtî navên gelek dibistanên li Bucayê diguherîne û wiha hat gotin: “Navê Dibistana Navîn a Şehîd Huseyîn Şîmşek a Bucayê ku di sala 1930’an de hatiye avakirin, navê Dibistana Amadehî ya Şîrînyerê ku di sala 1962’yan de hatiye avakirin weke Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Ertûgrûl Gazî, navê Dibistana Amadehî ya Gurçeşmeyê ku di sala 1966’an de hatiye avakirin weke Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Kanunî Sûltan Suleyman, navê Dibistana Amadehî ya Pîşeyî ya Endustriyê ya Bucayê ku di sala 1978’an de hate avakirin jî weke Suleyman Şah hatiye guherandin.”

'Esat Oktay Yildirim îşkencekar e bûye sedema mirina nêzî 60 mirovan’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku walîtiyê di 15’ê nîsana 2023’yan de bi guhertineke nû re skandaleke mezin kiriye û wiha hat gotin:

“Navê Dibistana Seretayî ya Gundê Belenbaşiyê ku di sala 1959’an de hatiye avakirin, hat guherandin. Navê Esat Oktay Yildiran ku yek ji îşkencekarên salên 1980’an e li dibistanê hat kirin. Îşkencekar Esat Oktay Yildiran ku fermandarê Girtîgeha Amedê ku yek ji kesên Darbeya 12’ê Îlonê ye; piştî darbeya 12’ê îlonê li Girtîgeha Amedê midûrî kir. Di dema peywira xwe de bû sedema mirina nêzî 60 kesan û îşkencekar e. Bi dehan pirtûk û fîlm li ser îşkenceyên Esat Oktay Yildirin hatine nivîsandin û kişandin.

Nayê qebûlkirin ku navê îşkencekarekî li saziyeke perwerdeyê were kirin. Îqtîdara AKP’ê di encama bertekên gel de navê vî îşkencekarî yê li parkekê hatibû kirin jê biribû. Şaredariya Fatîhê ya AKP’î di sala 2010’an de navê vî îşkencekarî ji bîrdariya li Parka Şehîdan a Fatîhê jê biribû. Niha jî navê vî îşkencekarî li saziyeke perwerdeyê dike. Em vê biryarê şermezar dikin. Divê ev şerm tavilê bê sererastkirin û ji Walîtiya Îzmîrê dixwazin demildest ji vê biryara xwe ya guherandina nav vegere.”

Gelek siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan jî li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bertek nîşanî bûyerê dan.