Efganên li Elmanya bi diruşma “Şerê bi wekalet li Efganistanê bi dawî bikin” meşiyan
Li paytexta Elmanya Berlînê bi hezaran rewşenbîr, çalakvan û hemwelatiyên Efganiyên penaberên li Elmaya dimînin li hember dagirkeriya Talîbanan a ser Efganistanê meşiyan.
Navenda Nûçeyan – Li paytexa Elmanya Berlînê bi hezaran rewşenbîr, aktîvîst û welatiyên Efgan ên li Elmanya dimînin bi pêşengiya jin û ciwanan li hemberî dagirkeriya Talîban a li ser Efganistanê meşek lidarxistin. Çalakvanan di meşê de diruşmeyên weke “Bimire Pakistan, bijî Efganistan”, “Avên Efganistanê xwîna Efganiyane, bi xwîna me bazarê nekin” û “Jinên Efganistan werin bi yekîtî li hemberî hişmendiya dijî jinan têkoşîn bikin” bilind kirin. Jinên ku keçe wan ketine destê Talîbanan jî tevlî meşê bûn û hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeriya Talîbanan û revandina keçan nîşandan. Di dawiyê de li ser navê meşvanan daxuyanî hat dayîn.
Daxuyanî wihaye; “Em îro li vêderê kombûne ji bo em dengê xwe yê nerazî li hemberî cînayetên li welatê me yê êşkişandî bilind bikin. Em li vir kombûne ji Talîbanê wehşîr re bêjin na. Em kombûne ji bo nefreta xwe ya kur li hemberî Talîbanê xwînrêj, şerxwaz û dewletên bazarci derxînin. Em dixwazin ji gelên aştîxwazên diniyayê re bêjin werin kêleka me dengên xwe bilind bikin. Îro gelê Efganistanê yê bê tewan dibin navê şatiyê de tên kuştin. Awara bê mal û welat dibin. Em dixwazin bêjin ku Emerîka ne dostê gelê Efgane û nebûye jî. Ew hêzên cînayetkar bi kirêgirtî yên Cehadî, Talîbanan û DAIŞ sedemên esasî yên hilweşandina welatê me ne.
Hêzên NATO û Emerîka di 20 salên derbasbûyî de bi sedan sivîlên Efgan li bajarên cuda yên weke Kendus, Nengerhar, Kener, Şîndin, Ferah, Loger, Pektiya, Qendehar, Helmend û wekedinê qetilkirin. Li gorî belgeyên ji aliyê hêzên leşkeriyên Emerîka li Efganistanê derketî holê ji sedî 90 êrîşên hewayî yên Emerîka sivîl kirine hedef û tayîbetî di wan êrîşan de zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ev şer ji derveyî malwêranî ji bo gelê Efganistanê ti encamek bi xwe re ne anî. Teror û terorîst ne tenê ji welatê me derneketin, ji berê bihêstir di Efganistanê de hene, welatê me û gelê me tünde dikin. Dewleta Emerîka û NATO yê berî çend mehan biriyar da ku leşkerên xwe yên mayî ji Efganistanê derxînin. Bêguman ev daxwaza me ye ku hêzên dagirkerên Emerîka ji welatê me derkeve, lê xalên ku ji bo her kesê zelal ewe ku Emerîka bi hêsanî dev ji welatê me bernade. Emerîka bi rêya cehşan û bi kirêgirtiyên mîna Cehadî, Talibî û bi dehan rewşenbîrên cahş hakimiyeta xwe li ser welatê me heye. Derketina hêzên Emerîka nayê wateya bêhêzbûna Emerîka li herêmê, lê bi vî karê xwe şêwazê mayîna xwe da guhertin. Emerîka bi Talîban re nediket hevpeyîmaniyê ger berjewendiyên wî têde nebûya.
Her wisan dewletên xwînrêj ên mîna Îran, Pakîstan, Erebîstan, Qeter, Turkiye, Rusya û wekedin ne dostên gelê Efganistanê ne. Ew li ser bingehê berjewendiyên siyasî, aborî û leşkerî mudaxeleyî welatê me dikin. Ew bi her guropekî terorîst li Efganistanê dibin dost ji bo bigihin armanca xwe. Erkê me mîna rewşenbîran di rewşa heyî de welatê me bûye cuya xwînê divê em bêdeng nemînin. Hewceye em dengê xwe yên nerazî li dijî wan cînayetan girêdayî kîjan netew û zimanan dibin em bilin bikin û divê em bibin dengê hemwelatiyên xwe yên mezlum ên weke Piştûn, Hezare, an jî Tacîk. Em hewceye dengê hemwelatiyên xwe yên Hezare li Malistan û Piştûn di Ispîn, Boldik û Kendehal bin ku Talîban wan di komkujiyan re derbas kir. Em divê bibin dengê jinên bi dexşan û texalbin ku Talîbanan cîhadê nîkah li wê pêşxistiye. Herî dawî em dibêjin bibin dengê Xaşi yên ciwan ku Talîbanan ew bi darvekirin.
Alîgirên Partiyên Hevgirtiyên Efganistan li Ewrupa her tim destên alîkariyê ji bo hêzên demokratîk û serbixwe dirêj kirine. Em bawerin ku tenêrêyên derketinê ji vê rewşa felakete ku di welatê me de çêbûye yekîtiya gelê me ji bo têkoşînek bitendurist li dijî cehşên Emerîka li Efganistan, Talîban DAIŞ û cihadiyan.”