Edîtora Afaq Al-Meraa: Pêwîstiya pêvajoyê bi pênûsa jinan heye
Edîtora Kovara Afaq Al-Meraa Nêrgiz Ismaîl der barê armancê derxistina Kovara Afaq Al-Meraa de axivî û wiha got: “Armanca kovara me vegotina zanista jin û bi asta wê ya bîrdozî, polîtîk û çandî xwepênasekirina jinê ye.”
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Kovara Afaq Al-Meraa ya bi zimanê Erebî weşanê dike di 20'ê Gulanê de bi hejmara xwe ya yekem hat çapkirin û hewl dide bigihije ber destê hemu jinan. Kovara ku bi navê Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her du mehan carekê were çapkirin bîrdozî, siyasî û çandî ye. Edîtora Kovara Afaq Al-Meraa Nêrgiz Ismaîl li ser armancên kovarê axivî.
Ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heta Heleb û Şamê
Nêrgiz Ismaîl di destpêka axaftina xwe de gihiştina hejmara yekem ji kovarê ber destê jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta Heleb û Şamê pîroz kir û der barê amadekariyên avabûna kovarê de wiha axivî: "Wekî pêvajoya derxistina kovarê, ji sersalê de dest bi amadekariyên wê hat kirin, ekîba wê hat perwerdekirin. Şert û mercên ku me dixwest di qada jin, beşa nivîskî de kovarekê ji bo jinan derbixînin û li ser zêde bikin, bê guman zehmetî û xweşiyên wê jî hebûn. Wekî ku çawa dayikek di malzaroka xwe de zaroka xwe 9 mehan bi hezkirin û westandinek mezin xwedî dike û wê zana dike, ev pêvajo jî wiha derbas bû. Heman demê di qada çapemeniyê de jî gavên ku tên avêtin di hemû beşên wê yî dîtbarî, ajans û Tv, ev hemû jî bi têkoşîneke mezin tê pêşxistin.”
Cûdahî û armancên Afaq Al-Meraa
Nêrgiz Ismaîl balkişand ser bandor û cûdahiya kovara Afaq Al-Meraa di sedsala 21'an û wiha wiha: "Rastiyeke wiha heye ku sedsala 21'an sedsala pêşketina teknîk û dijîtalê ye. Gelek kovar li gelek welatên Ereban tevî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi zimanê Erebî hene, lê belê naveroka wan kovaran çi ye, dixwazin peyameke çawa bidin û ji jinê re çi bêjin ew girîng e. Armanca wan kovaran ew bû ku jin di warê rih, mejî û bîrdozî de xwe nas neke, tenê bi moda, xweşikbûna derve xwe bibîne û nas bike. Ji hizir, pênûsa jin û bîrdoziya rizgariya jin pir dûr in. Lewra cûdahiya kovara me (Afaq Al-Meraa) a ku bi zimanê Erebî ye ew e ku, xweşikbûn û zanista jin, xwepênasekirina jinê di rêya asta wê ya bîrdozî ya polîtîk û çandî de ye. Armanca me di kesayeta jinê de pênaseya jiyan û civakê ye. Pênaseya heqîqeta ku bi hezarê salan e hatiye veşartin, em dixwazin bi pênûsa jin ku em bikaribin bi mufredat, nivîs û gotarên xweş, ku jin bi xwe karibe pênaseya xwe bike."
‘Diruşmeya kovarê felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ye’
Nêrgiz Ismaîl balkişand ser diruşmeya kovarê û wiha axivî: "Felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ne wekî diruşme ye, pîvanê jiyana azad û felsefeya pênasekirina jina azad e. Felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ji Rojava, ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta ku gihişt Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji wir jî derbasî giştî Rojhilata Navîn bû. Di qaba pirtûkê de jî me xwest em di bin diruşemya "Jin Jiyan Azadî" de pênaseya têkoşîn û serhildanên hemû jinan bikin ku di naveroka wê de jî lêgerînek heye. Nivîskarên me ji jinên Kurd, Ereb û Suryanî pêk tên, hemû tiştên ku me anîn ziman, wan jinan bi asoyên xwe ji kovara me re nivisîn. Armancek din jî Kovara Afaq Al-Meraa ji jinan re dibe bingehê perwerde û xwenasînê."
‘Pêwîstiya pêvajoyê bi pênûsa jinan heye’
Nêrgiz Ismaîl da zanîn ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiya vê bi pênûsa jinan heye û wiha got: "Ligel gelek ajans û Tv û radyoyên ku di qada çapemeniya jin de hatine avakirin, lê pêwîstiya pêvajoya heyî bi kovar û pênûsên jinên azad, heye. Pir girîng e ku jin xwe bi xwe pênase bike. Li Sûriyê û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serdema Hikûmeta Şamê de, çênedibû ku jin di qada çapemeniyê de cih bigre û xwedî asoyên azad be. Nivîsandin hebû lê li gorî mejî û hişmendiya pergala navendî û dewletê bûi Jin wê demê ne azad bû ku bikaribe asoyên xwe li ser rûpelan rêz bike . Lê niha ew qeyd û bend şikandin."
‘Têkiliyên me zêdetir dibin’
Nêrgiz Ismaîl da xuyakirin ku têkiliyên wan bi welatên derve heta Ewropayê re hene û armanca wê anî ziman: "Hejmara me ya destpêkê nivîskarên wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Lê belê têkiliyên me bi jinên welatên derve, Ewropa û nivîskarên jin yên ereb, yên ku bi rastî li jineke azad û civakeke azad digerin re jî, hene. Wê demê pêş de jî ew jin bi nivîsên xwe beşdarî kovara me bibin. Cihê şanazî û serfiraziyê ye ku Kovara Afaq Al-Meraa hemû jinan nav xwe de hembêz bike û ji gelek welatan asoyên jinan ê jiyan û azadiyê bi hevre parve bike."
‘Kovara me gihişt ber destê hemû jinan’
Nêrgiz Ismaîl dilxweşiya xwe ya ji refleksên jinan dema wergirtina kovarê jî wiha bilêv kir: "Dilxweşiyeke mezin e ku kovara me gihişt heta jinên li çolan yên di nav zeviyan de, jinên di bin konan de dijî û hemû herêmên wekî Dêrazorê, Minbic, Tebqa û Reqa yê.ku nû hatine rizgarkirin. Refleksekê pir bi bandor e, dema ku me kovara xwe pêşkeşî dayikekî digirt û xiste tûrikê xwe û got, “ev ji min re pir bi wate ye.” Li gorî rewşa ku welat û jin têre derbas dibin, em ê çapkirina kovarê bi raman û bîrdoziya wê bidomînin û bighînin hemû jinan. Dema ku jin kovar wergirtin kêfxweşiyek nenormal nîşan didan. Di her hejmarekê de jî dê kovar xwedî li felsefeya "Jin Jiyan Azadî" derbikeve."