Edîbe Paksoya di êrişê de birîndar bû: Xwedî helwest bin

Edîbe Paksoy a yek ji jinên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de birîndar bû kêliyên ku êriş hate pêkanîn wiha qal kir: “Dema êriş pêkhat keça min a 3 mehî ji nişka ve rabû û qîr kir. Herder tarî bû û toz û perçeyên cam hat li ser min û keça min.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewleta Tirk bi balafirekê bê mirov û bi çek di 10’ê Îlonê de mala Dayikên Aşitiyê bombebaran kir. Di encama êrişê de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Azîme Kabul û Edîbe Paksoy birîndar bûn û gelek ziyanên madî çêbûn. Di vê êrişê de gelek malên derdor bandor bûn ji êrişê bandor bûn.

Gelê wargeha Mexmûrê yên di salên 90’î de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçî xaka Iraqê kirin û di rêwitiya penaberiyê ya dirêj li Wargeha Mexmûrê niştecihbûne, bi salane rastî hercurê êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê tên. Tenê di nava 5 salan de 13 caran rastî êrişên hewayî yên dewleta Tirk hatin. Di van êrişan de gelek kes birîndarbûn û jiyana xwe ji dest da.

Edîbe Paksoy a dayika du zarokan a ku di êrişa dewleta Tirk ê di 10’ê Îlonê de perçeyan xwar, kêliyên ku êriş pêkhat hat ji ajansa me re vegot.

‘Dema êriş pêkhat keça min ji nişka ve rabû û qîr kir’

Edîbe Paksoy, bi van gotinan qala kêliya ku êriş pêkhat anî ziman: “Roja ku êriş pêkhat, min keça xwe ya 3 mehî xew dikir. Dema êriş pêkhat keça min ji nişka ve rabû û qîr kir. Herder tarî bû û toz û perçeyên cam hat li ser min û keça min. Keça min a 5 salî jî li derva bû. Piştî ku ez derketim derva, min dît ku êriş li dijî mala Dayikên Aşitiyê ya li kêlaka mala min pêkhatiye.”

‘Keça min a 3 mehî ji rûyê xwe perçeyên cam xwar’

Edîbe Paksoy, berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji aliyê dewleta Tirk ve dehan caran rastî êrişan hatine û wiha got: “Em wek penaberên wargeha Mexmûr ji sala 1998’an ve li vir jiyan dikin. Ev êriş ne ya destpêkê ye. Dewleta Tirk di 5 salên dawî de gelek caran êrişê me kirin. Di van êrişan de gelê me birîndarbûn û şehîd ketin. Di encama êrişê de min ji çav û milê û keça min a 3 mehî jî ji rûyê xwe perçeyên cam xwar. Di êrişê de li mala min gelek ziyanên madî çêbûn. Tevahî camên mala min şikiyan û diwar derîzin.”

Edîbe Paksoy, di dawiya axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrişan xwedî helwest bin.