“Edalet li cihê ku Dayika Taybet hat qetilkirin ma”
Taybet Înan a ku 6 sal berê li Silopiyayê li nava kolanê hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, bi merasîmek hat bîranîn.
Navenda Nûçeyan- Taybet Înan a ku di 19'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat qetilkirin, di 6'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bîranîn.
Di bîranîna ku gelek kes û sazî lê amade bûn de, girse destpêkê çû mala Taybet Înan a li Taxa Nûrê.
Di bîranîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, destpêkê Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Sîlopyayê Asuman Kûlter axivî û diyar kir ku ew ê ti carî tiştên qewimîn ji bîr nekin û got: “Me ji bîr nekir û jî bîr nakin. Li ser erdnîgariya me her tim komkujî tên kirin. Kujerên Taybet Ana hê jî nehatine cezakirin. Heta kujer bên dîtin û darizandin em ê şopdarê wê bin.”
“Divê kujer bên eşkerekirin”
Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr jî bi bîr xist ku kesên Taybet Înan qetil kirin 6 sal in nehatine dîtin û axivî:” Kesên ku li ser bedena dayika Taybet polîtîkayên qirêj dan meşandin û komployan pêk tînin ew in dijminê gelê Kurd e. 7 roj û 7 şev bedena dayika Taybet li kolanê ma. Ji wê rojê heta niha welat di tarîtiyê de ye. Heta niha jî di vê kolanê de ew taritî heye. Edeleta Tirkiyeyê li kolana ku dayika Taybet hatî qetilkirin de maye. Ev dewlet heger bixwaze ki bi gelê kurd re jiyanek ava bike, beriya her tiştî divê bi van komkujiyan re hevrû bibe. Ew kesên ku ev hovitî kirin niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Di cîhanê de mînaka vê tune ye. Çi dibe bila bibe, ev hovîtiya li dijî bedena Taybet Ana li dijî dîroka me, hebûna me û têkoşîna gelê Kurd hatiye kirin."
“Em ê wê hovîtiyê ji bîr nekin”
Keça Taybet Înan Halîme Akin jî wiha axivî: “Dayika min wê her tim li cem me be. Hebûna wê hê jî li ber çavên me ye. Ez wê hovîtiyê tu carî ji bîr nekim. Em dixwazin ev neheqî bi dawî bibe. Em azadî û aştiyê dixwazin. Êdî bêhna me teng dibe. Hemû dayikên Kurdistanê dayikên me ne."
Piştî axaftinan li ber wêneyê Taybet Înan qurnefîl hatin danîn. Girseyê piştre serdana malbata Mela Hesan Sanir ê ku di qedexeya derketina derve de, dema ku nimêj dikir hatî qetilkirin kir.