“Edalet ji bo her kesê lazime”
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 169 rojin nobeta xwe ya “edaletê” li ber Eliyeya Rihayê didomînin.
Riha - Nobeda “edaletê” ya Emîne Şenyaşar, ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 169’an didome.
Ji roja 9’ê Adarê malbata Şenyaşar dest bi çalakiya nobeta “edaletê” kirî heya niha tim daxwazên wan ên hevdîtin tên red kirin. Malbata îro careke din bi daxwaza ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtinê bike, ketin avahiya edliyeyê. Ji daxwaza hevdîtinê ya malbatê re hêj tu bersiv nehatine dayîn, li bendemayîna dayik û kurê wê ya hevdîtina bi dozger re, di avahiyê de didome.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi wêneyê dayika Emîne Şenyaşar ê li pêş avahiya edliyeyê hatiye kişandin re ev peyam parve kir: “Ez dayikeke dil şewat im. Kurê min bi awayekî bêhiqûqî 3 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Ez naxwazim li malê rûnim û di bin zilmê de bijîm. Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin. Ji ber ku edalet ji her kesê re lazim e.”