'Me qonaxa duyemîn a pêngava ji nû ve sazkirinê da destpêkirin'

Ebru Gunay da zanîn ku ew qonaxa duyemîn a pêngava jinûvesazkirinê dane destpêkirin û dê li 8 herêman civînên gel pêkbînin û wiha got: "Em gelê xwe, rêhevalên xwe û hemû kesên li dijî faşîzmê têdikoşin vedixwiynin beşdarî pêvajoyê bibin."

Enqere- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiyê têkildarî civînên gel ku dê di çarçoveya xebatên jinûvesazkirinê yên HDP'ê û Partiya Çepên Kesk de  bikin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Ebrû Gunay diyar kir ku partiyên wan piştî hilbijartinê hem ji bo muhasebeya hilbijartinan û hem jî jinûvesazkirinê û guherînê dest bi civînên îstişare û nirxandinê kirine.

‘Em ê li 8 herêman civînên gel bimeşînin’

Ebrû Gunay da zanîn wan tevî Meclisa Partiyê, Meclisa Jinan, Hevserokên Bajaran, Lijneya Rêveber a Navendî û lijneya Rêveberiyên Herêmî starta vê pêvajoyê dane û got: "Me di du hefteyên borî de ev yek bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re nîqaş kir. Niha em asta duyem a vê pêngava guherîn, nûkirin  rêxistinkirinê pêk tînin. Em ê ji îro heya 25'ê Tîrmehê li 8 bajaran van nîqaşan bi civînên berfireh ên gel re bimeşînin."

Ebrû Gunay di axaftina xwe de bal kişand ser qeyranên piralî yên ji aliyê desthilata AKP-MHP'ê ve hatine afirandin û got ku ev dojehê li civaka Tirkiyeyê ferz dikin.

‘Hemû kes baş dizane ku ne nîqaşkirina li ser tecrîdê, pêkanîna tecrîdê sûc e’

Ebrû Gunay di axaftina xwe de bal kişand ser pergala tecrîdê ya Îmraliyê û xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got:

 "Gelo yên rastiyê nîqaş dikin û dikarin li ser rastiyê baixivin hene? Ên devê xwe vedikin û îtiraz dikin rastî êrişa daraza ku bûye aparatek desthilatê tên. Ji bo ev rûxandin û krîz neyên nîqaşkirin zext û êriş tên kûrkirin. Mesela tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ku tevahiya civakê eleqedar dike, êdî li ser hemû civakê tê pêkanîn. Rojnamevan Merdan Yanardag ji ber ku li ser tecrîdê axivî û qanûnên gerdûnî û neteweyî bibîr xist û got 'sûc nekin' ewilî ji aliyê çapemeniya desthilatê ve hat lînçkirin û paşê demildest ji aliyê daraza desthilatê ve hat girtin. Her kes baş dizane ku ne nîqaşkirina li ser tecrîdê, pêkanîna tecrîdê sûc e. Raya dmeokratîk baş dizane ku sedema sereke ya israrkirina di tecrîdê de, israrkirina di neçareserkirinê de ye. Ji bo pêşxistina polîtîkayên çareserkirin, demildest divê dawî li tecrîda li ser birêz Ocalan bê." 

‘Guherandina rewşa heyî berpirsiyariya me ye’

Ebrû Gunay di berdewana axaftina xwe de bal kişand ser xizanî û bihabûna li Tirkiyeyê jî û got: "Em bi salan hewl didin pêşî li ber vê xizanî û krîzê bigirin. Mixabin em di vî warî de bi ser neketin û ev jî xwerexneya me ye. Guherandina rewş heyîş berpirsiyariya me ye û jixwe em nîqaşên xwe yên ji bo heyama nû jî di vê çaçroveyê de dikin. Lewma em gilî û gazinan nakin. Ji lew re çareserî em in, hêz bi me re ye. Em di xwe de li çareseriyê digerin."

‘Em ê li 8 herêman civînên gel bimeşînin’

Ebrû Gunayê wiha domand: "Lewma partiya me piştî hilbijartinan pêvajoyeke îstişare, nirxandin, rexne û xwerexnekirinê da destpêkirin. Me bi civînên xwe yên Meclisa Partiyê, Meclisa Jinan, Hevserokên Bajaran, Lijneya Rêveber a Navendî û Lijneya Rêveberiyên Herêmî dest bi vê pêvajoyê kir. Paşê de di du hefteyan de ev yek bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re nîqaş kir. Niha em asta duyem a vê pêngava guherîn, nûkirin û rêxistinkirinê pêk tînin. Em ê ji îro heya 25'ê Tîrmehê li 8 bajaran van nîqaşan bi civînên berfireh ên gel re bimeşînin. Partiya me bi awayekî zelal û bi wêrekiyeke mezin deriyê xwe ji bo nirxandin, rexne û xwerenekirinê ya gelê me vekiriye. Ji lew re em ji têkoşîna xwe û feraseta gelê xwe bawer dikin. Xwediyên sereke yên vê têkoşînê, vê partiyê û van destkeftiyan gelên me ne. Ev pêvajo ji bo me hemûyan û ji bo her kesî dê veguhere pêvajoya xwedawerivandin û nûkirinê. Beriya her tişî dê gelê me li dijî êrişan xwedî li partiya xwe û nirxên xwe derkeve û dê bi rexneyên xwe yên rast mudaxileyî vê pêvajoyê bike." 

Ebrû Gunay di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku civînên wan ên gel ji bo her kesî vekirî ne û ji bo beşdariya li civînan bang kir.