Ebrû Gunay: Em destûrê nadin birevin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku bi erdhejê re cinayet ji aliye desthilata AKP’ê ve gav bi gav tê hunandin û got: “Em ê yek bi yek hesab bipirsin.”
Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.
Ebrû Gunay di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser salvegera darbeya siyasî ya li dijî parlamenterên DEP’ê ku di 2’yê Adara 1994’an de pêk hat, polîtîkayê AKP’ê yê erdhejê nirxand û wiha got: “Îro desthilatdar li beramberî hemû polîtakayên darbekaran kevneşopiya siyasta DEB’ê wê berdewam bike. Wê ev kevneşopiya siyaseta demokratîk bi desthilata darbekar bide windakirin. Li dijî van zext û zordariyê li her qadê têkoşîn roj bi roj mezin bûye. Heya dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin, em ê bi azadî û demokrasiyê jiyanek nû li ser vê axê şîn bikin.
‘Erdhejê perdeya derew ya AKP’ê qetand’
Ebru Gûnay a bal kişand li ser hilweşîna ku bi erdhejê re rû da, pirsa ku li Dîlokê mexdurek erdhejê ji Serokomarê AKP’yî Tayîp Erdogan pirsî ya “Ev der bajarê sanayî ye, çima em bê amadekarî rastî erdhejê hatin?” bibîr xist û wiha axivî:
“Eve kurtasiya Tirkiye desthilata 20 salan e. Piştî 5 caniyan dema ew pirs hat pirskirin di nav de ma, li vê dere hiqûq hatiye rewastandin, li dijî demokrasiyê şer hatiye vekirin, bûye sedemê polîtakayên rantê û di bin dizî, gendelî û mafyayê de di bin siya Tirkiyê de me erdhej jiyan kir. Bi erdheja Mereşê re perdeya drew a desthilata AKP’ê ava kiriye qetiya û hemû tişt bi awayek aşkere deket holê.”
‘Qada cinayete gav bi gav hatiye amadekirin’
Ebrû Gunay da zanîn ku piştî erdheja Marmara gelek caran hişyariyên erdhejê hat kirin lê bele ev hişyarî li berçavan nehat girtin û wiha dom kir: “Lê em dizanin li cihê ku lê erdhej pêk piraniya wan Kurdên Elewî, Elewiyên Ereb in. Desthilatdariya AKP bi politikaya koçberiyê li hemberê van beşên civakê tevdigere. Niha pê ve jî AKP alikariyê naşîne û dixwaze li wan herema guhertinekî demografîk pêk bîne. Heya vê rojê yên ku li axa xwe xwedî derketiye ji îro pe ve jî dê dê xwedî derkevin. Em ê jiyanek nû dîsa ava bikin. Elbet wekî HDP ji roja ewil heya niha li qadan bû em ê ji îro pê de jî li qadan bin. Em ê birinê gelê xwe bipêçin. Lewma em ê li her derê, li her gundê, li her taxê kar û xebatên piştgiriyê berdewam bikin. Meclîsa me ya ciwanan ji bo kampanyaya Xeleka Jiyanê xebatên xwe dimeşîne. Em ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Meclisa me ya jinan bi dirûşmeya ‘Em bi hev re ne, ne bi tenê ne’ cihê ku lê erdhej pêk hatiye bi wan re kar û xebatên piştgiriyê dimeşîne.”
‘Em destûrê nadin ku birevin’
Ebrû Gunay di axaftina xwe de wiha got: “Tene tiştek tene maye ji vê desthilata ku xerçlikê dide gel û erdhejzedeyan biçûk dixe, hemû tiştên xwe kom bikin û zû ji erken xwe istifa bikin. Heta ku em hesabê vê cinayeta bi komî nepirsin em destûrê nadin birevin. Ew tu carî nikarin xwe ji vê sûcê mirovahiyê xilas bikin. Yên ku li wêderê îam AFAD’ê di deme xwe de ne şandin, mirov di bin kavilan de xwegihana internet qut kirin.Bila gumanê tu kesî nebe, em ê ji wan kesên ku dema gelên me bi gotina ‘kon’ hawarê dikirin, konan difrotin yek bi yek hesabê bipirsin.”