Ebru Gunay: Berxwedana li dijî dîktatoriyê mafdar û rewa ye

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay êrîşên rejîma Îranê yên li dijî gel şermezar kir û wiha got: “Îran çi dike bila bike, tu hêz û tu êrîş nikare gelekî ku bi daxwaza azadiyê rabûye rawestine. Dilê me bi kesên li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin re ye.”

Navenda Nûçeyan- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya heftane de rojeva Tirkiyeyê nirxand. Ebru Gunay di axaftina xwe de cih da berxwedan û êrîşên li Îranê û civîna Tifaqa Ked û Azadiyê.

Ebru Gunay bal kişand ser deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê û wiha got: “Ev rê; li dijî kesên digotin ‘neçarî me ne’ jî bersiva herî xurt e. Li hemberî desthilatdariyê jî tekane alternatîf e ku alîgirê demokrasî, azadî û edaletê ye. Tifaqa me bi mebesta welatekî demokratîk û komareke demokratîk pêk hat. Em dixwazin bibin hêza birêxistinkirî ya hemû derdorên li derveyî pergalê hatine hiştin. Ji bo çareserkirina pirgirêkên bingehîn ên welêt jî em bernameyeke berfireh radixin ber çavan. Armanca me ya ji tifaqê ew e ku hemû kesên têkoşîna demokrasiyê didomînin di bin heman sîwanê de bînin ba hev û têkoşîneke hevpar ava bikin. Tifaqa me neçarî tu blokên siyasetê nîn e û nexşeriya rizgariya welêt û avakirina jiyana nû ye. Ev tifaq ne ji bo ku piştgiriyê bidin kesek an jî blokek hat avakirin. Ji bo feraset û zîhniyeteke nû hat avakirin. Ger tifaqeke ku divê piştgiriyê de bê kirin hebe, ew jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Deriyê me ji bo hemû sazî û kesên dixwazin di pêşaroja azad a vî welatî de berpirsyariyê bigrin, vekirî ne. Çîroka me hê nû dest pê dike.” 

Ev êrîş, îstîqrar, aştî û ewlehiya herêmê têk dibe”

Ebru Gunay di axaftina xwe de bal kişand ser tiştên li Îranê tên jiyîn û wiha got: “Rejîma Îranê ji hêlekî ve hewl dide daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bitepisîne û li hêla din jî êrîşê qadên sivîl ên Herêma Kurdistanê dike. Di encama êrîşan de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Ev êrîş, yek ji nîşaneyên herî şênber ên dijminatiya rejîma Îranê ya li dijî Kurdan e. Ev êrîş, îstîqrar, aştî û ewlehiya herêmê têk dibe. Weke HDP’ê em van êrîşên Îranê şermezar dikin û bang dikin ku dawî li van êrîşên xwe bîne. Banga me li hikûmeta Iraqê, Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereban û saziyên din ên herêmî û navneteweyî ew e ku li hemberî van êrîşan bi berpisyariya xwe rabin. Em ji bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.” 

Bang li civaka navneteweyî hat kirin

Ebru Gunay bang li sazî û rêxistinên navneteweyî û herêmî yên wekî Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî û Komkara Erebî kir ku li hemberî van êrîşan berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Berxwedan mafdar û rewa ye”

Ebru Gunay axaftina xwe wiha domand: “Weke ku hûn jî ji nêz ve dişopînin, li rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê gel di nav raperînê de ye. Hêrs û bertêkên li hemberî rejîma Îranê didomin. Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Aminî, gelê Kurd û gelên Îranî rabûn ser piyan. Êdî ev pêkûtî, êrîş, destdirêjî, pişaftin û hovîtî ji hêla gelên Îranê ve nayên qebûlkirin. Tu zilm mayînde nîn e. Ne gelê Rojhilat ne gelên Îranî ne jî tu kesekî bi rûmet li hemberî zilmê bêdeng namîne. Raperîna li Îranê didome, berxwedana gel mezin dibe û ev serhildan niha li çar aliyên cîhanê hêvî dide bindestan. Lewma rik ûbertekên pergala zilimkar jî tund in. Heya niha di êrîşên rejîma Îranê ya li hemberî berxwedana gel de bi dehan kes, jin, ciwan, zarok hatin qetilkirin. Berxwedana li dijî dîktatoriyê mafdar û rewa ye.”