Ebola belav dibe sedem tenê tevgera niştecihan e yan jî xemsariya destwerdanê ye?
Bijîşkên Sînornenas (MSF), diyar kirin ku şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê bi lez belav dibe û banga mudaxaleya lezgîn kirin.
Navenda Nûçeyan – Di pêvajoyekî ku li Efrîkayê fikarên li ser ji nû ve belavbûna nexweşiyên şewbê zêde dibe de, Bijîşkên Sînornenas (MSF) bang li civaka navneteweyî kirin ku belavbûna şewbê kontrol bikin, hewildanên dermankirinê xurt bikin û piştgirî bidin deverên ku herî zêde bandor bûne. Rêxistinê, balkişand li ser xeteriya belavbûna şewbê ya li deverên din û kûrbûna qeyrana mirovî.
Divê hevrêziya neteweyî were xurtkirin
Bijîşkên Sînornenas (MSF), di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kirin ku şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê bi awayekî bi lez belav dibe û tekez kirin ku ji bo berfirehkirina xebatên dermankirinê û pêşîgirtina xirabûna qeyrana tenduristiyê, pêwîstî bi xurtkirina hevrêziya navneteweyî heye.
MSF’ê, vê şewbê ji aliyê hejmara bûyeran ve mîna sêyemîn şewba herî mezin a Ebolayê ye û mîna şewba herî zû belav dibe, binavkir.
Rêvebira Bernameya Awarte ya MSF’ê Trish Newport, diyar kir ku her derengketinek a di bihêzkirina mudaxaleyê de dibe sedema windakirina zêdetir mirovan û tîmên tenduristiyê jî li şûna ku şewbê bixin di bin kontrola xwe de neçar in ku belavbûna şewbê bişopînin. Newport, da zanîn pêwîstî heye ku xizmetên tenduristiyê bên berfireh kirin, kapasîteya teşhîs û îzolekirinê bên zêde kirin û mudaxaleya li qadê bê bileztir kirin.
MSF: Gelek diyarde dibin sedema belavbûna şewbê
MSF’ê, hişyarî da ku ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê yên li herêmên gundewar, zehmetiyên gihîştina navendên tenduristiyê û pergalên şopandina şewbê yên qels, xeteriya belavbûna şewbê ya li hinek deverên din zêde dibe. Bijîşkên Sînornenas (MSF), berê diyar kiribû ku şewb hêj di qonaxa berfirehbûnê de ye û sedemên wekî tevgera nifûsê, tespîtkirina dereng a bûyeran û negihiştina nexweşan a ji bo gihîştina dermankirina di wextê xwe de destnîşan kiribû.
Banga mudaxaleya lezgîn
Rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî, hişyar didin ku ger mudaxaleya li qadê neyê xurtkirin, wê bûyerên Ebolayê zêde bibin û şewb dikare li deverên din belav bibe û zexta li ser pergala tenduristiyê ya Komara Demokratîk a Kongoyê wê girantir bibe. Lewma, tê tekez kirin ku divê civaka navneteweyî bi awayekî lezgîn tevbigere.