EŞÎK: Wezareta Perwerdehiyê nikare erka xwe devrî terîqetan bike

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî ya ku terîqetan parast û da zanîn dê bi wan re çêkirina protokolan bidomîne. EŞÎK'ê bertek nîşan da û got: “Wezareta Perwerdehiya Neteweyî nikare erka xwe ya serekê devrê terîqet û cemaetan bike.”

Navenda Nûçeyan – Platforma Jinan a Wekheviyê (EŞÎK), bertek nîşanî Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn ê ku di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê de terîqetan parast û got bi wan re çêkirina protokolan berdewam dike, da. EŞÎK'ê ku daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir perwerde yek ji erkên sereke yê dewletê ye ku divê bê meşandin û çavdêrîkirin û balkişand ku dewlet di qada perwerdehiyê de; neçare ku têgihiştina mafê perwerdehiya biwesf, bêpere, zanistî, laîk û wekhevîxwaz ku pêdiviyên zarokên xizan li ber çavan bigre, bi rengekî ku ji bo hemû kesan bigihêje pêk bîne.

‘Ger Wezîr erka bi cih neyne bila îstifa bike’

Di daxuyaniya ku hat destnîşankirin ev erka Destûra Bingehîn tê paşguhkirin û bang li Wezîrê Perwerdeya Neteweyî hate kirin ku erka xwe ya Destûra Bingehîn bi cih bîne û ger bi cih neyne jî bila îstifa bike.

'Divê der barê sûcên li dijî zarokan hatine kirin de lêpirsîn bê destpêkirin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku neçare Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî erka xwe ne li gorî tercîhên xwe yên siyasî û welat li ser kevin û nû parçe bike, li gorî Destûra Bingehîn bi cih bîne û wiha hate gotin:

“Em dixwazin dawî li pergala perwerdehiyê ya 4+4+4 a parçekirî ku bi taybetî keçan ji perwerdehiya honakî dur dixe û rê li ber zewaca bi zorê û karkirina zarokan di temenê biçûk de vedike bê anîn û derbasî perwerdeya 12 saliya bênavber û bêpere bibin.

Em israr dikin ku mufredata perwerdehiyê bi naverokek wekhevîxwaz, rêzgirtina mafên mirovan, bê cudahî û bi nêzîkatiyên zanistî yên ku wekheviya zayendî li ber çavan bigre were amadekirin. Her wiha em hemû berpirsyaran bi bîr dixin ku ji ber ku Wezareta Perwerdehiyê perwerdeye bi rêya taşeronan dimeşîne, demildest lêpirsînekê bi taybetî sûcdarên sûcên li dijî zarokan pêk tînin, li dijî hemû kesên di van sûcan de cih digre bidin destpêkirin.Em dev ji perwerdehiya laîk, zanistî û tevlihev bernadin."

Gotibû bi terîqatan re dê çêkirina protokolan bidome

Wezîr Yusuf Tekîn, di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Meclisê de wiha got: “Ji van protokolan hezar û 167 bi saziyên fermî re, 550 bi STK’yan, 986 jê jî ji TEMA heta Heyva Sor bi gelek STK’yan re. Di nav wan de bi pêkhateyên ku “hûn dibêkin terîqet û cemaet”, lê em jê re dibêjin 'STK’ê' kombikin, 10 protokolên me hene. Ez spasiya kesên ku bi van protokolan piştgirî didin me dikim. Em ê bi wan re çêkirina protokolan berdewam bikin.”