EŞÎK: Hûn rayeya rakirina Zagona Medenî ji ku digrin?

EŞÎK, li dijî gotinên Wezîrê Dadê yên ku Zagona Medenî hedef digrin got: “Hûn rayeya rakirina Zagona Medenî ya ku temînata hemwelatîbûna wekhev e ji ku digrin?”

Navenda Nûçeyan- Platfarma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bertek nîşanî gotinên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ku di 31’ê Tebaxê de gotibû: “Em ê ji nû ve li ser hiqûqa malbatê bisekinin” da. EŞÎK’ê li ser gotinên wezîr ku di 16’ê Tebaxê de gotibû “Komîsyona me ya zanistê niha dixebite, em ê ji nû ve li ser hiqûqa malbatê bisekinin û guhertinan çêbikin” û dûre jî gotinên wî yên di 31’ê Tebaxê de ku zêde kiribû gotibû “Em ê hiqûqa malbatê ji serî ve bigrin dest” bi bîr xist û got: “Em jî dubare jê dipirsin bi kîjan rayeyê hûn vê dikin.”

‘Tunehesibandina zagonê tê wateya şerê li dijî rêgezên hiqûqa dewletê’

Di daxuyaniyê de bi gotinên: “Wekî ku sînorkirina nefeqeyê ji bo jinên ku hev berdane bes nebe, di bin navê navbeynkariya malbatê de zêdekirina şîdetê, bi gotina hevberdana bi awayê lezgîn, pergala ji bo mêran a hevberdanê, bêparhiştina jin û zarokan ji nefeqeyê, hewldana derxistana wan a ji malê bes nebe; dibêjin ku bi tevahî li dijî zagona medenî ne” bal hat kişandin ku ji serî ve nivîsandina Zagona Medenî tê wateya ku li dijî makezagon laîkî û rêgezên hiqûqa dewletê şer hatiye destpêkirin.

‘Zagona Medenî û laîk temînata hiqûqa malbatê û hemwelatîbûna wekhev e’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin bi zihniyeta vê desthilatdariyê ji nû ve nivîsandina Zagona Medenî dê li dijî hemû pergala civakî ya ku girîngiya malbatê tê de heye û bingeha komarê êrîşek e û wiha hat gotin: “Zagona Medenî û laîk, hiqûqa wekhevîxwaz a malbatê; temînata kesên sekuler oldar, ciwan, extiryar, xizan, dewlemend, gundî, bajarî û hemû kesên li vî welatî ye. Ev ji bo jin, mêr û zarokan temînata hemwelatîbûnê ye.”

‘Hewl didin pêşî li hiqûqa olî vekin’

Di daxuyaniya EŞÎK’ê de bal hat kişandin ku tê xwestin pêşî li hiqûqa olî vekin bi vê yekê mafên şexsî yên hemû kesan di bin gefan de ne û ev hat ragihandin: “Weke Platforma EŞÎK’ê wekî ku em di daxuyaniyên xwe de her dem balê dikşînin, hewl didin mafê nefeqeyê bi sînor bikin, hevberdan bi awayê lezgîn pêk werin, mijarên wekî navbeynkariya malbate, argumanên cur be cur ên ku tu rastiya wan tune ye bi kar bînin. Bi vê yekê hewl didin Zagona Medenî li derve bihêlin. Daxuyaniyên Wezîrê Dadê vê niyet û armancê baş nîşan didin.”

‘Dê hemû jin di nava vê dorpêçê de bin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dê tu jin ji derveyî vê dorpêçê nemîne û wiha domiya: “Bêedaletiya dahatê, xizanî û newekhevî kûrtir dibe. Desthilatdarî hewl dide vê aloziya li welat veguherîne derfetê, hemû mafên jinan xistiye hedefa xwe. Ne tenê nefeqe, mafê jinan ê xebata bê destûr, mafê cihê ku lê bijî, hilbijartina mala ku bi malbata xwe re lê bijî, para ji mîrasê, parvekirina mulkê di dema zewacê de û hemû mafên di nava zewacê de di bin gefê de ne.”

‘Em ji her kesê dipirsin divê çi were gotin û kirin?’

Di daxuyaniyê de ji bo hemû kesên ku dixwazin li welat edalet, wekhevî, azadî, hizûr û aştî hebe, rêz ji mafên kesan re were nîşandan, jiyana bê şîdet û demokratîk hebe ev pirs hatin kirin:

“Divê ku jin, zarok LGBTÎ+ bibînin ku em wekî Afganistan û Îranê ber bi pêvajoyeke ku em nikaribin bêhnê bigrin ve diçin. Divê li gorî girîngiya vê yekê helwdan hebin û em bizanibin divê çi were gotin? Pergala baviksalar hewl dide hemû amûrên zextê bi bikaranîna olê bi xwe dewrê. Divê ku partiyên siyasî yên muxalif, beriya hilbijartinên herêmê ji bo desthilatdarî dest nede Zagona Medenî bi hev re di nava hevkariyek berfireh de bin, ev yek weke azmûna demokrasiyê li pêşiya wan e.”

‘Ev têkoşîn tenê jinan eleqedar nake’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin demek dirêj e di ferqa vê xeterê de bûne û wiha domiya:

“Bi taybetî di sê salên dawî de Platforma EŞÎK’ê ya ku ji her beşê jin tê de cih digrin têkoşîneke mezin hat meşandin. Ne şîdeta li dijî jinan a ku her çû zêde bû, ne cudakarî ne jî encamên hilbijartinê me ji têkoşînê dûr nexistin û em tu carî nesekinîn lê ev têkoşîn tenê jinan têkildar nake. Ji bo jiyan, azadî û wekheviyê, rêgeza laîkbûnê ya ku jiyana taybet dixe bin temînatê, parastina Zagona Medenî peywira me ye. Di serî de partiyên muxalefetê em bang li her kesê dikin ku peywir û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”