EŞÎK: Em tu carî dest ji mafên xwe yên jiyana bi aram bernadin

EŞÎK’ê diyar kir ku di nava hefteyekê de li Xezayê û Rojava, cihên sivîlan, nexweşxane, qadên jiyanê hatin bombebarankirin û got: “Tu mazereta tundiya li dijî sivil, jin û zarokan nîn e, em tu caran qebûl nakin!”

Navenda Nûçeyan- Platforma ji bo jinan wekhevî (EŞÎK) bi sernavê ‘Em tu caran dest jî mafê xwe yê jiyana bê şer û bê tundî bernadin’ li ser hesabê xwe ê medyaya dîjîtal daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke jin şer baş dizanin û wiha got: “Ji bombeyên ku li ser serê me, avahiyên ku ser serê me hilweşiyan, mirin, xizanî, koçberî, xwazaya ku hat tunekirin, herî zêde bedena me ya weke çeka şer tê bikaranîn û rastî tacîz û tecawizan tê dizane. Em hemû şerên ku di erdnîgariya dûr û nêz de tiştên hatî jiyîn em dizanin.”

‘Em naxwazin fêrî şer bibin û vê wehşetê bijîn’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îro li Rojhilata Navîn şer careke din geş bûye û wiha hat gotin: “Em naxwazin fêrî şer bibin û vê wehşetê bijîn. Ev bi salan e li Iraq, Yemen, Sûriye piştî şer, tenê di vê hefteya dawî de li Xeza, Rojava, cihên sivîlan, nexweşxane, qadên jiyanê tên bombarankirin. Mirov û xweza tê kuştin. Xwegihadina xwarinê tê astengkirin. Jin û zarok rastî tundiyê tên. Neçarî şert û mercên zehmet ên koçberiyê dikin. Di şerde ên ku sanayiya çekan û ên ku alîgirê şer in qezenc dikin lê belê em dixwazin bînin bîra we yên winda dikin kesên xizan, jin û zarok in. Di dema şer de xwegihandina rastiyê tundiya mêrsalarî şîdet û serdestiya xwe li ser jin û zarokan zêde dike û bi rêve dibe.”

‘Divê li dijî fikrên siyasî yên ku bedena jinan weke xenîmet dibîne rawestin’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku divê li dijî hemû curê fikrên çandî û siyasî yên ku bedena jinan weke xenîmet dibîne rawestin û wiha hat gotin: “Tu mazereta şer li dijî sivîl, jin û zarokan nîn e, tu caran nayê qebûlkirin! Tenê li dijî şer sekin ne bes e, di serî de netewperset, nijadperest, zayendperest di nav de milîtarîzekirina civakê tezkereya ku hemû polîtîkayên, dagirkeriyê ferz dike bi dengek bi hêz divê were gotin’Na’; xwestina aştiyê û pêwîstiya wê hîn zêdetir neyê paşguhxistin.  Em polîtakaya derve ya femînîst a ku jiyana bi ewle û ji bo her kesê azadiyê lêkolîn dike, di pêvajoyên aştiya mayînde de di hemû qadên jiyanê de jin aktif û wekhev beşdar bibin dixwazin. Ji şer û tundiyê re na, a niha Aştî!”