EŞÎK: Em ê destûrê nedin vê cihêkariyê

EŞÎK’ê diyar kir ku pêşniyara guhertina makeqanûnê a du madeyan ku hikûmetê pêşniyarkirin, qadên maf û azadiyên jinan bi awayekî cidî teng dike, xwest bê gotin 'na' û herî zêde bang li mûxalefetê kir.

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) der barê kampanyaya ku ji bo pêşniyara guhertina makeqanûnê ya ji du xalan pêk tê ku AKP'ê pêşkêşê Meclîsê kir de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku hat diyar kirin pêşniyara guhertina makeqanûnê bi armanca tengkirina qada maf û azadiyan hatiye amadekirin û divê ji bo vê pêşniyarê bi awayekî vekirî û zelal bê gotin 'na', bang li partiyên mûxalefetê jî hat kirin.

Saziyên îmzekar Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHGD), Yekitiya Ekolojiyê, (ÇYDD), Federasyonên Elewiyan, LGBTÎ û gelek kesên din tevlî civîna ku pankarta “Muzakereyê jî nekin, ji guhertina makeqanûnê re na” hat vekirin, bûn. 

Li ser navê nûnerên saziyan endama EŞÎK’ê Sevilay Çelenk metna çapemeniyê xwend. Çelenk, xwest ku tu partiyên muxalefetê tev li civîna pêşniyara AKP'ê ya guhertina makeqanûnê ya li ser laçikê nebin û bang kir ku partiyên muxalefetê dengê “na” bidin. Çelenk, destnîşan kir ku pêşniyara AKP’ê ya makeqanûnê rêgeza wekheviyê binpê dike.