DYE’yê li Hormozganê pir kirin hedef herî kêm 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşa hewayî ya balafirên şer ên DYE’yê ya li dijî pirên Kahûrestan û Nîmekar ên parêzgeha Hormozganê de, 3 jin û 2 zarok herî kêm 6 kesî jiyana xwe ji dest da û binesaziya herêmê zirareke mezin dît.
Navenda Nûçeyan – Di encama êrîşa hewayî ya balafirên şer ên DYE’yê ya li dijî pirên Kahûrestan û Nîmekar ên li navçeya Hamîr a parêzgeha Hormozganê de, 3 jin û 2 jê zarok herî kêm 6 kes jiyana xwe ji dest dan. Di dîmenên ku ji aliyê çavkaniyên Mafên Mirovan ên Belûçistanê ve hatin weşandin de, tê dîtin ku di encama êrîşê de binesaziya veguhastinê zirar dîtiye. Li gorî çavkaniyên herêmî, du wesayît hatiye hedef girtin û di encama êrîşê de gelek kes jî birîndar bûye.
Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belûçistanê, ragihand ku Pira Kahûrestan a li navçeya Hamir a Hormozganê, şevê din di encama êrîşa hewayî ya balafirên şer ên DYE’yê de hatiye hilweşandin.
Li gorî nûçeyan, êrîşa hate kirin zirar daye hinek beşên rêya Bandar Abbas-Taziyan-Kahuristanê. Di dîmenên ku li ser tora dijîtal hatine parvekirin de pira hilweşiyayî û encamên êrîşê tê dîtin. Hate diyar kirin ku bûyer bandor li jiyana sivîlên herêmê jî dike.
3 jin û 2 jê zarok herî kêm 6 kes jiyana xwe ji dest da
Li gorî çavkaniyên herêmî û medyaya dewletê, di êrîşa hewayî ya li dijî pirên Giriye û Kahûristanê de, herî kêm 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku di êrîşa li ser pira gundê Nimekar ê navçeya Hamir de, 3 jê jin û 2 jê zarok herî kêm 6 kes jiyana xwe ji dest da. Li gorî çavkaniyên herêmî, du kesên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê ne û ji gundê Nîmekar in. Her wiha 3 jê jin 4 kes jî niştecihên herêma Roveyderê bûn.
Çavkaniyan, diyar kirin ku di dema êrîşê de her du wesayît jî hatine hedef girtin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane rêwîtî dikirin.
Êrîşa li ser pirên Kahûrestan û Nîmekar, bûn sedema mirin û birîndarbûna sivîlan. Her wiha zirarên mezin da riyêk girîng ya veguhestinê û hilweşandina pir. Mirina jin û zarokan jî, fikarên li ser bandora mirovî ya şer li ser sivîlan zêde kir.