DYE’yê ji bo DAIŞ’iyên li kampên Hol û Roj bimînin bang kir

Wezareta Derve ya DYE di daxuyaniya xwe de ragihand ew amade ne ku ji bo DAIŞ’iyên li kampên di bin venerîna Rêveberiya Xweser de tên girtin vegerînin welatên ku ew hemwelatî ne, alîkariyê bikin û got: “Veger dê bibe çareseriya mayinde.”

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Danîmarkayê 3 hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê yên ku li kampên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin girtin vegerand, DYE ji bo welatên din bang kir. Wezareta Derve ya DYE di daxuyaniya xwe de ragihand ew amade ne ku ji bo DAIŞ’iyên li kampan tên girtin vegerînin welatên ku ew hemwelatî ne, alîkariyê bikin.

'Em minetdarî Hêzên Sûriyeya Demokratîk in’

Di daxuyaniya bi sernavê “DYE’ê Vegera Danîmarka ji Bakurê Rojhilatê Sûriyê Bi Memnûniyet Pêşwazî Dike” wiha hate gotin:

“Em teqdîr dikin ku Danîmarka hefteya borî 1 jin û 2 zarok ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê vegerandin welatê xwe. Her wiha em minetdarî hevkarên xwe yên herêmî Hêzên Sûriyeya Demokratîk  ji bo pêşengiya wê ya girtina vê rewşa aloz in. DYE piştgirî da vegerandina welat a Danîmarka û amade ye di hewildanên vegerê de alîkariya welatên din bike. Çareserkirina pirgirêka mirovî û ewlekarî yên ku piştî têkçûn û hilweşandina bi navê 'xîlafeta' DAIŞ'ê derketin holê, ji bo têkbirina DAIŞ'ê ji bo koalîsyona cîhanî pêşinîyeke sereke ye. Zêdetirî 60 welatan, nêzîkî 10 hezar kes ku piranîya wan zarokên mexdûr ên temena wan dibine 12 salî ne, li kampên Hol û Roj a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.”

'Ji bo ewlekariya herêmî û navneteweyî gef e’

Daxuyaniyê hat dest nîşan kirin ku ji bo vê nifûsê vegerandin dê yekane çareseriya mayînde be û wiha hat gotin, "DYE’ê bi welatên li çar aliyên cîhanê re di mijara vegera hemwelatiyan bi taybetî nifûsên bêparastinên li Suriyeyê kampên kesên ji cih û warên xwe hatine kirin dimînim ji bo bizivirin welatên xwe xebatên xwe didomîne. Em di civakên li welatê hemwelat de jî rehabîlîtasyon û lihevhatina guncav teşvîk dikin. Herwiha 10 hezar endamên DAIŞ’ê di navendên binçavkirinê yên seranserê herêmê tên girtin. Ev giranî ji bo ewlekariya herêmî û navneteweyî gefek e.”