DYE wê zarokên bêkes yên koçber dersînor bike

Donald Trump û rêveberiya wê ya nû amadekarî dikin ku zarokên ku bi tenê hatine DYE, ji aliyê mekamên koçê ve ji bo hê bi leztir kar û barên wan werin kirin û di dadgehên koçê de werin dadgehkirin yan jî dersînorkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Donald Trump, amadekarî dike ku zarokên ku bi tenê û bê xwedî hatin DYE dersînor bikin.

Li gor nûçeya ABC News; ev polîtîkayên Donald Trump pêşbînî dike ku zarokên ku bi tenê hatine DYE, ji aliyê mekamên koçê ve ji bo hê bi leztir kar û barên wan werin kirin û di dadgehên koçê de werin dadgehkirin yan jî dersînorkirin. Di nûçeya ku çavkaniya xwe ji ‘çavkaniya ku xwedî agahî’ digre, hate diyarkirin ku rêveberiya Donald Trump ferman daye personelên ewlehiya sînor zarokên ku bê xwedî û bi tenê koçber bûne bi şopînin. Tê plankirin ku zarokên ku dabeşî sê komên cûda kirine, niha wê di çar qonaxan de dersînor bikin. 

Donald Trump fon qut kiribû

Daîreya Muhavaza ya Gomrik û Koçberiyê ya girêdayî Wezareta Ewlehiya Hindir ya DYE (ICE) dibêje armanca vê pêkanînê “parastina zarokan ji qaçaxçiyên mirovan û zererên din e.” Rêveberiya nû ya Donald Trump di 19’ê sibatê de ragihandibû ku fona ku dida zarokên koçber ên bê xwedî û bi tenê hatine welat ku di dadgehên koçê de nûnertî bike qut kiriye. Roja ku Donald Trump dest bi kar kir bi îmzakirina biryarnameya serokatiyê, biryar da ku pêkanînên serokê berê yê DYE Joe Biden yê ‘cûdahî, wekhevî û berfirehî’ di demê xwe de girtiye were rakirin. Ragihandibû ku pêkanîna bi navê ‘CBP One’ ku mafê dide koçên bi riyên yasayî rakiriye.