Duyemîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê: Yên ku çûn mirin an yên mayî?
Li Hataya ku piştî erdheja 6’ê Sibatê wêran bû, jiyan di konteynerên 21 metrekareyî de berdewam dike. Gel hê jî li windayên xwe digerin. Seroka Komeleya Parastina Jîngehê ya Antakyayê Nilgün Karasu piştî du salan qala Hatayê kir.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250206-hatay-deprem-jpg5392a6-image.jpg)
SERPÎL SAVUMLU
Hatay – Di 6’ê Sibata 2023’an de du erdhejên bi pîleya 7,7 û 7,6’an ku navenda wê Mereş bû pêk hat, 11 bajar hilweşand. Li gorî daneyên fermî yên li ser erdheja ku mîna ‘Felaketa Sedsalê’ tê binavkirin; 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li cihên ku wêranî zêdetir bû, tenê xanî an avahî hilneweşiyan. Kesên ku erdhejê ji xwe re hîs kirin û rûxandin bi hemû rastiya xwe ve dîtin, dîmenên ku tu carî nayên jibîrkirin li pey xwe hiştin. Erdhejê rojên dijwar ên ku jiyan tune dihat hesibandin, ‘pîrozan’ avêtin aliyek, cenaze yeko yeko li kolanan hatin rêzkirin, kesên dema ku ji sermayê mirin di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê dihatin temaşekirin, dengê selatan di bin xirbeyan de bi wan didan guhdarîkirin, zarok winda bûn, mirovên ku hê nehatine dîtin û ne diyar e li ku derê ne, ji her qadê û binê her xirbeyê dengê hawaran dihat bihîstin, li dû xwe hişt. Di ser re du sal derbas bûn. Di van du salên dawî de êşa erdhejê hîn teze ye, yên ku hewl didin bi êşa wan kesên ku di erdhejê de winda kirine jiyana xwe bidomînin jî, nayên dîtin.
Yek ji ciyên ku pirsa ‘Yên ku çûn mirin an yên ku man?’ herî zêde lê tê pirsîn jî, Hatay e. Di nav 11 bajarên ku ji ber erdhejê wêran bûne, bê guman bajarê ku herî zêde zirar dîtiye û wêran bûye, Hatay bû. Li Hatayê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê neçûn gelek noqteyan. Gel bi derfetên xwe hewl dan xizmên xwe bi kolandinê rizgar bikin. Pêdiviyeke mezin bi makîneyên înşaetê, amûrên sondajê û amûrên hesinbirînê hebû. Mexdûrên erdhejê ji ber ku ekîbên rizgarkirin û tenduristiyê nehatin û pirsgirêkên wan ên mîna starbûn, xwarin û germkirinê nehatin çareserkirin, nerazîbûna nîşan dan û hê jî berdewam dikin. Li Hataya ku wêraniyeke giran lê hat jiyîn, di erdhejê de 24 hezar û 147 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajêr 80 hezar û 323 avahî hilweşiyane yan jî zirareke mezin dîtine. Hataya ku xwedî dîrokeke hezar salan e, wêran bûye. Nexweşxane, dibistan, avahiyên gelemperiyê, mizgeft, dêr û avahiyên dîrokî yên ku bajêr sembolîze dikin hilweşiyan. Piştî erdhejê 563 hezar û 751 kes neçar man ji Hatay an jî Antakyayê koç bikin.
Jiyana di 21 metrekare de
Di ser erdhejê re du sal derbas bûn. “Di du salan de çi guherî? Mirov çawa jiyana xwe didomînin? Hewcedarî çi ne?” Bersiva pirsan, gotina di strana gelêrî ya navdar de ku dibêje, “Ez çi ji te re bibêjim ezbeniyê/a delal, têlê me rêz nagire…” Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afatê ya Karên Navxweyî (AFAD); Li Hatayê 199 bajarên konteyneran hene. 215 hezar û 310 kes li vir dimînin. Bêyî destûra Walîtiyê kes nikare bikeve van deran. Li bajarên konteyneran, qadên ku bi hezaran kes lê hene, bi têlên bilind û notirvanên li ber deriyan ji dinyaya derve tên veqetandin, hema bêje mîna 'girtîgehek vekirî' ne. Mirov ev 2 sal in di konteynereke 21 metrekareyî de hewl didin bijîn û bersiva pirsa ka dê heta kengê li vir bimînin jî nayê dayîn.
‘Em bi mirinê re rûbirû hatin hiştin’
Seroka Komeleya Parastina Jîngehê ya Antakyayê Nilgün Karasu bi malbata xwe re erdheja li Defneyê dît. Kêliyên destpêkê yên erdhejê bi van gotinan vegot: “Di erdheja şeva 6’ê Sibatê de ez bi tenê li mala xwe bûm. Ez bi lerzekê şiyar bûm. Dema ku em li bendê bûn ku ew derbas bibe, neçû û li şûna wê lez da. Dema ku hilweşîna li malê dest pê kir, min tavilê hewl da xwe biparêzim, bi pozîsyona fetal a li kêleka nivînan rûniştim." Nilgûn Karasu, diyar kir ku dema ku piştî derketina rojê rûxandina erdhejê baştir fêm kiriye û wiha got: “Tiştê ku di roja ewil a erdhejê de pêk hat, derbas nebû. Em hatin marjînalîzekirin, îzolekirin û em bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Ger di wextê xwe de mudaxele bihata kirin, ewê hejmara miriyan ewqas zêde nebûya. Ji ber ku gelek mirovên me ji sermayê mirin. Di wan rojan de hewa pir sar bû. Nikaribûn kêmasiya pêwendiyê xilas bin. Înternet hêdî bû û şebekeyên telefonê nexebitîn. Ji ber vê sedemê gelek kes nekarîn daxwazên xwe yên alîkariyê werbigrin. Destwerdanek dereng bû. Ancax piştî roja sêyemîn destwerdanek hat kirin.”
‘Di her qadê de cudakarî hat kirin’
Nilgün Karasu da zanîn ku hê di roja yekem de di her qadê de cudakarî hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Alîkariyên ku dihatin bajêr, ewil di daketina bajêr de hatin sekinandin û piştre şandin cîhên ku ji aliyê rayedaran ve hatin nîşandan. Li vir jî bi temamî cudakarî hebû. Jixwe nexweşxaneyên me bi temamî nedihatin bikaranîn. Kesên ku bi giranî birîndar bûbûn di demeke kurt de şandin Edene û Mêrsînê. Piştî roja sêyem jî Nexweşxaneya Qadî hat avakirin. Kesên ku sax mabûn, li Nexweşxaneya Qadî hatin dermankirin. Ew destwerdan di şert û mercên nepaqijî de pêk hat. Yê bextewar gihîşt Edeneyê û hat rizgarkirin."
Li Hatayê jî ji ber erdhejê nexweşxane û navendên tenduristiyê yên malbatan xirab bûn. Li gorî daneyên Yekitiya Tabîbên Tirk (TBB) li Antakyayê ji 43 navendên tenduristiyê yên malbatan, 28 heb hilweşiyan. Karûbarên tenduristiyê yan li avahiyên bihêzkirî an jî li navendên ku li bajarên konteyneran hatine avakirin tên pêşkêşkirin.
‘Hê gelek kesan miriyên xwe nedîtine’
Nilgün Karasu, anî ziman ku di ser erdhejê re 2 sal derbas bûye, bal kişand ser rastiyeke balkêş û wiha got: “Hê jî gelek kesên ku nekarîne miriyên xwe bibînin hene. Ew hê jî bendewar in. Ez meraq dikim gelo ew ê ji cîhekî sax derkevin. Gelek kes bi temamî winda bûne. Şîroveyên me yên li gor xwe hene. Ew di bin xirbeyan de mabûn an jî hinek xanî ketine binê erdê. Em difikirin dibe ku ew li wir asê bimînin. Di hin apartmanan de şewat derket û me digot qey li wir winda bûne. Û hê jî gelek kesên me hene ku ev du sal in nehatine dîtin.”
‘Ti tiştek tekûz nîne’
Nilgün Karasu, anî ziman ku di nava du salan de pirsgirêk zêdetir bûne û wiha pê de çû: “Ji roja ewil heta niha pirsgirêkên me bêyî ku tu çareserî pêk were dûqatîn bûne. Em bi gelek pirsgirêkan re rûbirû hatin hiştin. Dibe ku çareseriya wan salên dirêj pêk neyê an jî bê çareserî bimînin. Niha ti tiştek tekûz nîne. Gel hê jî hewl dide cîhê ku lê star bibe bibîne, debara xwe bike. Yên ku şansê wan hebûn û mala wan saxlem bû, hewl dan ku hinekî xwe li gorî xwe hinek baş bikin. Lê ev yek me kêfxweş nekir. Mînak ez xwe di mala xwe de kêfxweş hîs nakim. "Ez dibêjim, 'Mafê min tune ku ez vê luksê bijîm.”
Nilgün Karasu anî ziman ku bi taybetî jî li bajarên konteyner pirsgirêkên pir mezin çêdibin û van pirsgirêkan bi kurtasî wiha vegot: “Ew der tu car nikare bibe qadeke jiyanê. Li welatên pêşketî herî zêde di meha sêyemîn de derbasî avahiyên baş dibin. Di avahiyên baş de dikarin demeke dirêj bijîn. Anha ji bo bajarên konteyner ti alîkariyek jî nayê. Ji ber ku ceyran tim diçe, ev ji xwe pirsgirêkek cuda ye. Jiyana civakî qet tuneye. Qadên ku zarok dersa xwe lê bixebitin tune. Qadên ku jin lê ewle bibin tunene. Û barê hemû tunebûnê jî li ser pişta me jinan e. Jin hewl didin ku li qada 21 metrekareyî jiyanek ava bikin. Mêr bi awayekî şeveqê derdikeve û êvarê tê, ji ber ku neçar e bixebite, di qadeke 21 metrekareyî de malbatên ji 5-6 ferdan pêk tê hene.”
Zarok di şertên xirab de tên perwerdekirin
Li gor daneyên fermî li Hatayê piştî erdhejê 88 dibistan hilweşiyan, 175 dibistan jî nîvxesar bûn. 380 mamoste û 2 hezar û 930 xwendevan di erdhejê de mirin. Li hezar û 324 dibistanan perwerdehî didome, 29 ji wan jî li bajarên konteynerin. Piraniya xwendekarên li bajêr, an ji konteyneran an jî li çadiran dijîn. Nilgün Karasu, balkişand ser zarokên ku çaxa wan a perwerdê hatiye û wiha got: “Li bajarên konteyner sedîsed divê salonek xebatê hebe; parkek ku zarokên biçûk bikaribin tê de bilîzin divê hebe. Yek ji vana jî tuneye. Di nav qadeke evqas de hê bandorên erdhejê derbas nebûne, lewma jî mirovek ku di vê qadê de dijî tu car nikare bi silametî bijî. Pirsgirêkên derûnî heta tu bêjî zêde bûne. Û aqilê we digre ku zarokek di konteynerê de dijî û zarokek ku li bajarê mezin diçe dibistana taybet, dikevin heman azmûnê. Em di nav dubendiyek wiha de ne. Zarok otostop dikin û hewl didin bi vî awayî bighên dibistanên xwe. Em hemû di rê de gava ku rastî wan tên, bi dildarî hewl didin wan bi erebeya xwe bibin. Lê mînak tirsa min a herî mezin, di wan rêyan de tiştek bê serê wan, bi taybetî jî jinên me yên ciwan ku diçin lîseyê. Pêwîst e rojê danek xwarin bidin xwendekaran. Aveke paqij jî nadin wan. Em herî zêde hewceyî hewa û ava paqij in û em naghên wan.”
Pirsgirêkên giran ên aborî hene
Nilgün Karasu, destnîşan kir ku hê jî şoka erdhejê derbas nebûye û bi taybetî jî pirsgirêkên aborî xelkê gelek tengav dikin û wiha got: “Mirov hewl didin ku bi pirsgirêkên xwe ve jiyanek ava bikin. Ev jî çiqas baş çêdibe, kî dizane? Ji ber ku hê jî şoka erdhejê derbas nebûye. Gelek kes nikarin karê xwe yê pîşeyî bikin. Ji ber ku kargehên wan hilweşiyane, nikarin bixebitin. Ji ber ku nikaribûye debara malbata xwe bike, li kêla rê û di quncikên parkan de neçar maye qulûbe û kargehên biçûk veke. Xwedî pîşeyek e lê neçar maye ku here karên rojane bike. Tu tiştek tekûz nîne, ji ber ku rayedaran û yên ku divê biryara lezgîn bidin biryarên şaş dane, xebatên ku pêşî mirovan li berçav negirtine hatine meşandin.”
‘Tundiya li hember jinê zêde bû’
Li gor encamên xebatên ku hatine meşandin, li bajêr tundiya li hember jinan jî zêde bûye. Bi taybetî jî tînin ziman ku li bajarên konteyner bûyerên destdirêjî û tundiyê zêde bûne. Nilgün Karasu li ser vê rewşê wiha got: “Pirsgirêkên taybet ên jinan pir zêde bûne. Bi taybetî li bajarên konteyner hemû bar li ser pişta jinan e. Tundiya li hember jinê zêde bûye. Jiyana taybet filan nemaye. Tiryakkêşî pir zêde bûye, bûyerên destdirêjiyê pir zêde bûne û mahremiyet filan nemaye. Malbatên mezin bi hev re dijîn. Mixabin di vê rewşê de tundî û hevberdan jî pir zêde bûye.” Nilgün Karasu destnîşan kir ku jin di aliyê aborî de pirsgirêkên mezin dijîn û alîkarî bi tevahî hatine sekinandin.
‘Bajêr radestî şirketên înşaetê kirine’
Nilgün Karasu, anî ziman ku bajêr bi tevahî radestî şirketên înşaetê hatine kirin û pirsgirêkên hawirdorî wiha nirxand: “Niha bajêr radestî şirketên înşaetê hatine kirin. Bajêr bi tevahî bûye mîna qada şantiyê. Di nav vê qada şantiyê de her tiştê me pirsgirêk e. Gihîştina cîhekî, binesazî, sersazî, ceyran, perwerdehî, starbûn, tenduristî hemû pirsgirêk in û hê gelek pirsgirêk hene ku em nikarin bînin ziman.”
‘Ewê bibe felaketa me ya duyemîn’
Nilgün Karasu, bi gotina “Felaketa sedsalê hat serê me lê hilweşîna ekolojîk a sedsalê jî hat serê me” balê kişand ser dijwariya rewşê û dawiyê ev tişt gotin: “Sibehek, em bi bajarek xwe yê ku êdî tuneye re hişyar bûn. Ji destpêkê heta niha bi xebatên ku rayedaran nekirine, pirsgirêkên me yên hawirdorê her ku çû zêdetir bûn. Kavil hema bi awayek lêrasthatinî bar kirin, birin deverên şaş, asbest tevlî nav avên me yên binê erdê bûn, me berê xwe da kîjan aliyî me kavil dîtin. Piştre dest bi rûxandinan kirin. Ji ber ku rûxandin jî li gor proseduran nehatin kirin, sîstema avdanê nehat bikaranîn, ser qamyonan bi brandayan nehat girtin û derdora avahiyên ku hilweşandin nehat girtin, hewa jî gelek qirêjî bû. Û di nav vana de pirsgirêka asbestê heye. Ev tiştên kîmyewî hemû ji bo jiyana me xeter in. Li gor agahiyên ku hevalên me yên bijîşk dane me, emê van pirsgirêkên tenduristiyê pêş de zêdetir hîs bikin. Di qadên me yên ku darên zeytûnê lê ne de avahiyên TOKİ’yê çêdikin. Darên me yên zeytûnan ku emrê wan di navbera 50 û 300 salî de ye, tune kirin. Li navenda bajêr bi awayekî rasthatinî ruhsat dan santralên betonê. Ev santral bi toza çîmentoyê, hewayê qirêjî dikin. Li qadên bejayî jiyan hat tengavkirin, li piraniya gundan mera radestî kanên keviran hatin kirin. Ji ber vê yekê jî sewalkarî li ber têkçûnê ye. Rûxandina ku kanên keviran çêdikin jî li holê ye. Ji ber zêdebûna kanên kevir û santralên betonê yên roj bi roj zêdetir dibin, ev rewş dê ji bo me bibe felaketa duyemîn a erdhejê. Em niha jî li Antakyayê, li Defneyê di rewşeke wisa de ne ku em dibêjin gelo yên ku çûn mirin an em mirî ne.”