Duyemîn mihrîcana wêje û helbestan a jinan li Helebceyê hat lidarxistin

Li Helebce 2’yemîn Mihrîcana Wêje û Helbestên Jinan hate lidarxistin. Piştî pêşkêşiya huneran xelatên rêzdariyê pêşkêşî jinên nivîskar û helbestvanan hatin kirin.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Li parêzgeha Helebce ji aliyê Rêveberiya Giştî a Rewşenbîr û Hunerên Helebce ve, bi amadebûna helbestvan û nivîskaran, duyemîn mihrîcana Wêjê û Helbestên Jinan hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gotarên parêzgarê Helebce û Rêveberiya Rewşenbîrî hatin xwendin, piştre helbestvanên beşdar bûne berhemên xwe xwendin. Di berdewama mihrîcanê de xelatên rêzdariyê pêşkêşî jinên nivîskar û helbestvanan hatin kirin.

Bi riya mihrîcanan jin li hev dicivin

Helbestvan Rêzan Mihemed Seîd ku beşdarî mihrîcanê bûbû wiha got: “Ev cûreyên mihrîcanan dibe sedem ku helbestvan û nivîskar hem hev nas bikin û hem jî berhemên xwe bidin nasîn û sûdê ji hev bigrin.”

'Helebce çavkaniya îlhamê ye'

Jiyan Seîd Qeredaxî ku ji bajarê Silêmanî beşdarî mihrîcanê bûye wiha got: “Çend jinan berhemên xwe pêşkêş kirin, ez spasiya wan dikim. Nasîna jinan li Helebce ku bajarek birîndar e, çavkaniya berheman girîng e. Helebce di roja me de cardin bûye çavkaniyê îlhamê û ez di wê hêviyê de me ku wisa bidome.”