Duyemîn Mîhrîcana Şehîd Berçem îsal li warê berxwedêran Kobanê tê lidarxistin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên ji bo Duyemîn Mîhrîcana Şehîd Berçem didomîne. Wê bi beşdariya 29 komên muzîk û govendê, 9 hunermend, sînemager, helbestvan, wênexêz û wêjevanan di 6’ê Îlonê de dest pê bike.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Duyemîn Mîhrîcana Şehîd Berçem a Tevgera Hîlala Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşma “Em ê bi tîrêjên rojê hunera jinan geş bikin, di 6, 7, 8 û 9’ê Îlonê de li bajarê Kobanê yê kantona Firatê dest pê dike.

Tevgera Hîlala Zêrîn ku çavkanî û pêşengiya parastin û geşkirina çand û hunera jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, 3 sal in Mîhrîcana Şehîd Berçem li dar dixe. Yekemîn festîvala ku bi dirûşma “Huner şerê hebûn û azadiyê ye” li bajarê Helebê hatibû lidarxistin, îsal li Kobanê tê lidarxistin.

Şehîd Berçem Efrîn: Şoreşger û hunermenda Kurdistanê

Navê mîhrîcanê xwe dispêre şehîd Berçem Efrîn ku di pêşxistina hunera jinan de roleke mezin lîstiye. Berçem Efrîn di 1974’an de li navçeya Racoya Efrînê ji dayik bûye. Ew di nava malbateke ku bi koka xwe welatparêz in de çavên xwe li jiyanê vedike. Berçem li gel malbata xwe li bajarê Helebê dijîn û li wir têkoşîna ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dabû destpêkirin, nas dike û beşdar dibe. Berçema ku xwedî taybetmendiyên hunerî û dengekî zîz bû, di 1988’an de beşdarî koma Agirî ya muzîkê dibe. Bi vê gavê re ew di warê hunerî, siyasî, çandî û bîrdozî de xwe bi pêş dixe û kesayeta xwe weke jineke hunermend saz dike. Piştre di 1992’an de biryar dide û beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Têkoşer Berçem Efrîn aliyê xwe yê şoreşgerî û hunerî bi hev re bi pêş dixe û di vî warî de mohra xwe li hunera Kurdî dide.

Îsal diyarî Abdullah Ocalan tê kirin

Tevgera Hîlala Zêrîn da diyarkirin ku ew ê îsal mîhrîcana xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Li dijî polîtîkayên li Îmraliyê Tevgera Hîlala Zêrîn wê bi hunera jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe nîşan bide.

Dê bi beşdariya 300 hunermendan pêk were

Li gorî bernameya ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve hat eşkerekirin wê festîval 4 rojan berdewam bike. Dê di asta tevahî kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Çerkez, Turkmen û Sûryan 29 komên muzik û govendê, 9 hunermend û gelek helbestvan beşdar bibin. Her wiha dê belgefîlma Hêza jî were pêşandan û gelek panel werin lidarxistin. Festîvala ku wê bi meşa hunerî di 6’ê Îlonê de dest pê bike, îsal xwedî  hinek taybetmendiyên cuda ye dê hunermenda Tûnisê Emel Methlothî û ya ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xolamî amade bin.

Endama komîteya amadekar a mîhrîcanê û rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Firatê Fatma Xelîl, li ser mhrîcanê nirxandinên xwe kir.

‘Em ê bi mîhrîcanê bersiv bidin êrîşên qirkirinê’

Fatma Xelîl da diyarkirin ku li dijî êrîşên qirkirinê pêwistî bi têkoşîna çand û hunerî jî heye û got: “Wekî tê zanîn hêzên hegemon û serdest herî zêde êrîşên qirkirinê li ser çand û nasnameya civakan pêk tînin. Bi taybetî gelê Kurd bi salan e vê yekê dijî û bênavber rû bi rûyê êrîşên çandî dimîne. Jin di zanebûna polîtîkayên qirkirinê de ne. Di bin navê Mîhrîcana Şehîd Berçem de ku çend roj jê re mane û li Kobanê dê were darxistin de, em ê li dijî van êrîşan helwesta xwe bi dengê bilind bînin ziman. Bi taybetî li ser şopa hunermend Berçem ku dikaribû mohra xwe li çand û hunerê bide û roleke çalak di pêşxistin û parastina vê yekê de lîst em xwe birêxistin dikin û mîrateya wê bingeh digrin.”

Fatma Xelîl bilêv kir ku dê tabloyeke dewlemend a hunera jinan xwe bide der û wiha domand: “Mîhrîcan ku cara yekemîn li bajarê Helebê hat lidarxistin, di naveroka xwe de pênaseya hunera tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Jinên ji pêkhateyên cuda dikaribûn bi riya muzîk, stran, govend, şano, helbest û rengê xwe tabloyeke hevbeş a dewlemendiya afrînerî û hunera jinan nîşan bidin. Bi vê yekê re em dikarin teqez bikin ku mîrateya Şehîd Berçem ji aliyê bi hezaran jinan ve tê parastin û pêşxistin.”

‘Berxwedana jinan a li Kobanê wê bi hunerê tacîdar bibe’

Fatma anî ziman ku lidarxistina Mîhrîcana Şehîd Berçem li Kobanê gelek bi wate û girîng e û gotinên xwe wiha domand: “Weke me diyar kir, îsal bajarê Kobanê malovaniya mîhrîcanê dike. Ev yek jî daxwaza şehîd Sorxwîn bû ku yek ji fermandarên YPJ’ê bû di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Kobanê cih girt û di asta pêşengiyê de rola xwe lîst. Çawa jinan di warê parastin û berxwedaniya ji bo axa xwe de pêşengî kirin û dikaribûn terorê têk bibin, wê îsal jî jin li ser singa axa Kobanê di warê çand û hunerî de jî heman pêşengiyê bikin. Ji bo vê jî em ê dirûşma ‘Em ê bi tîrêjên rojê hunera jinan geş bikin’ bi pêşengiya Şehîd Sorxwîn, Mizgîn, Berçem û hemû şehîdan ji aliyê naverokê ve xurt bikin û di pratîkê de jî bînin cih.”

Têkoşer Sorxwîn Rojhilat, yek ji fermandarên YPJ’ê bû, di nava şerê li dijî çeteyên de cih girt û dikaribû rola xwe ya li ser guhertina pêvajoyê bilîze. Sorxwîn Rojhilat di 11’ê Sibata 2024’an de, di encama bombebarana balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de li bajarê Qamişloyê jiyana xwe ji dest da. Li ser daxwaz û wesiyeta wê, li goristana şehîdan a bajarê Kobanê hat definkirin.

‘Em ê bibin parçeyek ji têkoşîna jinan a gerdûnî’

Fatma Xelîl axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di serdema niha de, yên ku herî zêde bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû ne jin in. Ji lewre pêdivî heye ku di asta êrîşên pêk tên de, têkoşîn û berxwedana jinan jî bilind bibe. Em dibînin ku niha di asteke gerdûnî de hevgirtina jinan pêk hatiye. Jin li dijî hemû cureyên êrîşan serî hildidin û di her derfetê de helwesta xwe tînin ziman. Em ê jî ji warê şoreşa jinan bi riya mîhrîcana xwe piştgirî bidin têkoşîna jinan a hevpar. Ji bo azadiyê bi deng, reng, hest û sekna xwe em ê tevli vê qonaxê bibin.”