Duyemîn Kongreya Îslama Demokratîk hat lidarxistin

Bi dirûşma "Aştiyê belav bikin" Kongreya Îslama Demokratîk Kongreya xwe ya duyem li bajarê Qamişloyê li dar xist. Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Delal Xelîl diyar kir ku ol ne ji bo lîstik û karên siyasî ne, ji bo civakeke baş, hevbeş û aştiyane hatine. Bi kongreyê, armanc û daxwaz ew e ku ew şîrovekirina îslama demokratîk bi pêş bixin û çareseriyê ji tiştên ku di bin navê olê de tên kirin re bibînin.

Qamişlo –Her du sal carekê Kongreya Îslama Demokratîk kongreya xwe li dar dixe û herî dawî di sala 2019'an de yekemîn kongreya xwe li dar xistibû. Ji ber rewşa şewba koronayê û rewşa şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nedikarîn kongreya xwe li dar bixin. Îro bi dirûşma "Aştiyê belav bikin" Kongreya Îslama Demokratîk kongreya xwe ya duyem ber bi wekheviya mirovî û aştiya cîhanî ve li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajar Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Her wiha li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê delege beşdarî kongreyê bûn. Hola kongreyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.
 "Ol ne dagirkerî ye, parastina mafên mirov û neteweyan e"
Der barê kongreyê de Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Delal Xelîl nêrîna xwe wiha parve kir: "Beriya du salan me kongreya xwe ya yekemîn li dar xist, îro jî bi dirûşma "Aştiyê belav bikin" em kongreya xwe ya duyem li dar dixin. Lidarxistina vî kongreyê, wiha di rewşeke pir awarte û hesas de pir ji me re girîng e. Ji ber ku her tişt niha di bin navê îslam û olê de tê kirin, civaka me ya ku baweriya wê bi olê heye û dibîne hemû tişt ku di bin navê ol de tê kirin. Loma jî hêzên desthilatdar îro di bin navê olê de hemû tiştên qirêj û ne însanî der heqê gelê me de pêk tînin. Di cîhanê tevahî de her pêkhate bi rengên cuda hene û li ser vê axê dijîn, her kes xwediyê axa xwe ye, tu kes mafê wî/ê tune ye ku bi navê olê dagirkeriyê bike û kiryaran der heqê gelan de pêk bîne. Mîna  Efrîn û Serêkaniyê ku di bin navê olê de hatine dagirkirin û niha jî gelek herêmên me, êrîş li ser wan hene. Ol ne dagirkerî ye, ol parastina mafên mirovan, neteweyan û hemû mafên civakên ku li ser axa xwe dijîn e. Armanca me bi vê kongreyê ew e ku em olê bi rengekî rast ji hemû civakê re bidin xuyakirin û îslamê şîrove bikin. Ol ne ji bo karên siyasî ne, ol ji bo civakeke baş, hevbeş û aştiyane hatine. Di vê kongreyê de, armanc û daxwaza me ew e ku em şîrovekirina îslama demokratîk bi pêş bixin û çareseriyê ji tiştên ku di bin navê olê de tên kirin re bibînin."
"Kar û xebatên jinan di nava îslamê de"
Her wiha Rêveberiya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Emîra El-îzo der barê kar û xebatên jinan di nava Îslamê de wiha şîrove kir: "Em wek jin di nava Kongreya Îslama Demokratîk de cihê xwe digrin. Em di Kongreya Îslama Demokratîk de kar û xebatên jinan didin meşandin, bi karê xwe em dixwazin îslama rast ji her kesê re bidin xuyakirin û her kes bizanibe li ser riya îslama rast bimeşe. Îslama ku em nas dikin, îslama li dijî tundî, dagirkerî, qetilkirin, tecawizkirin û êrîşan e. Li gelek bajarên me jin di bin navê ol û îslamê de rastî tundî, tecawiz û destdirêjiyê hatine. Armanca me her tim ew e ku em nêrîna baş û rast a îslamê bi civakê bidin zanîn û naskirin. Her wiha ji bo îslama baş û rast em bi gelek çalakiyan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê radibin û li dar dixin. Jinên me her tim bi tirs in û dibêjin ku mafên me di îslamê de tune ye lê belê ev yek ne rast e, mafên jinan di îslamê de heye. Jin xwedî fikir û nêrîn in û ji mafên jinan e ku her tiştî bizanibin bi destên xwe mafên xwe bigrin."