Duyemîn Konferansa Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan bi biryar û hilbijartinan dawî bû

Duyemîn Konferansa Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan ku bi dirûşmeya “Parastina nirxê şehîdan misogeriya şoreşa Rojava bi tekoşîna jina azad pêk tê” li bajaroka Rimêlan a Kantona Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû li dar xistin, bi biryar û hilbijartinan bi dawî bû.

Duyemîn Konferansa  Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan ku bi dirûşmeya “Parastina nirxê şehîdan misogeriya şoreşa Rojava bi tekoşîna jina azad pêk tê” li bajaroka Rimêlan a Kantona Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû li dar xistin, bi biryar û hilbijartinan bi dawî bû.
Qamişlo – Bi dirûşma “Parastina nirxê şehîdan misogeriya şoreşa Rojava bi tekoşîna jina azad pêk tê” duyemîn Konferansa  Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan a Kantona Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna 400 delegeyan vê siharê hatibû li dar xistin, bi biryar û hilbijartina meclîsê bi dawî bû. Piştî ku rapora kar û xebata  Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan a du salan hate xwendin, li ser rewşa siyasî, rêxistinî û rewşa jinê di nava meclîsê de hate nirxandin. Paşê rêziknameya hundirîn a  Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan hate xwendin û guhertinên bingehîn têde hatin çêkirin. Her wiha 8 jin ji bo rêveberiya Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan li ser asta Rojava hatin hilbijartin. Konferens bi biryarên ji bo salên li pêş bi dawî bû.
Biryar wiha ne:
1. Avakirina navendek taybet ji bo zarokên Şehîdan.
2. Avakirina komîteyekê ji bo karê perwerdeya zarokan, piştî dibistanan ji bo zarokan berdewam bikin.
3. Perwerdekirina zarokên ku êdî nema dikarin xwendina xwe berdewam bikin û fêrkirina wan ji kar e.
4. Perwerdeya ziman ên kurdî, erebî û ingilîzî zarokên bi temenê xwe 18 û jor de. Her wiha fêrkirina wan ji bernameyên labtoban.
5. Avakirina akademiyên taybet ji bo jinan.
6. Perwerdeyên birdozî û çandî ji bo jinan werin dayin.
7. Avakirina bernameyên taybet ji bo jinan di nava şahî û seyranan de.
8. Avakirina komîteyên aborî yên giştî di nava hemû bajaran de.
9. Avakirina şêrîngehan di nava hemû bajaran de.
10. Avakirina bazar ji bo firotina berheman weke firoşgeha şînkahiyan.
Konferans bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.