Duyemîn Civîna Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava bi dawî bû

Heseroka Hemahengiya Zanîngehên Rojava û di heman demê de Endama Dîwana Civîna Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava, Rohan Mustefa diyar kir ku civîna wan bi biryar û pêşinyarên bidawî bû.

Qamişlo - Li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava bi dirûşmeya "zanist bê ramana jinan nabe, bi rihê şoreşa jinê em ê zanistê pêş bixin" duyemîn civîna xwe ya berfireh li darxist û têde kar û xebatên du salan nirxandin. Derbarê lidarxistina civînê de Hevseroka Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hem wekî Endama Dîwana civînê Rohan Mustefa encamûn dawî yên civînê bi me re parve kirin.
Rêziknameya Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava hat erêkirin 
Rohan got ku rêziknameya Meclisê hat erêkirin û ê di sala xwendinê ya nû de bikevê ware piratîkî de û wiha dirêjî da gotina xwe: “Îro duyemîn civîna berfereh a Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava bû. Di civînê de, nîqaşên cur be cur, nirxandina kar û xebatên jinê di qada akademîk de hat kirin. Her wiha rêziknameya Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava hat erêkirin, ku bikeve ware piratîkî de bi rengê xwe yên nû. Di hemann demê de, pilansazî û pêşinyarên cuda hatin kirin derbarê sala xwendinê ya nû ku bernameyek perwerdahiyê ya xweser were dayîn, ji bop xurtkirina sîstema xweser di hundirê zanîngehê de. Her wiha ji bo derfetvekirina li ber jinê, pêşinyarên cuda hatin dayîn, û jib o xurtkirina tekoşîna li dijî feraset û zihniyeta baviksalarî, wê perwerdeyên cuda jib o mamosteyên jin û mêr werin dayîn û dê di sala xwendinê ya nû de were meşandin.”
“Em ê zanistê bi nêrînên jinan, pêş bixin”
Rohan got ku di dawî de jî logoyeke Meclisê hat hilbijartin û da teqez kirk u dê bi nêrînên jinan zanistê pêş bixin û nêrînên wan hemûyan bênin ber çav û wiha bi dawî kir:“Yek ji Xalên ku di dawiya civînê de jî hat nîqaşkirin ew bû ku pêşinyara hilbijartina logoyeke Meclisê a yek reng were çêkirin û li gorî wê ew bibe logoya Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava, her wekî din Zanîngeha Kobanê û El- Şerq jî di civîna xwe de di demên pêş de wê wrê nîqaşkirin heger ku heman logo bi taybetmendiya Zanîngeha  xwe  esas bigre û bikin piratîkî de. Di dawî de jî me serkeftinê ji hemû mamosteyên xwe re di sala xwendinê ya nû de dixwazin û bi heman dirûşmeya ku me civîn dest pê kir, em dûbare dikin ku em zanistê bi nêrîna jinê pêş bixin û ji nû ve ber çav derbas bikin ji berk u bê zanista jinê nabe û em ê van zanistan bi nerîn û rihê jinê, ji nû ve pêş bixin.”