Du şervanên YPJ’ê bi merasîmek li Qamişloyê hatin oxirkirin

Du şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê ku di encama êrîşeke dewleta Tirk di 3’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabûn, îro li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Qamişlo- Di 3’ê Nîsanê de dewleta Tirk li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke bi balafira keşfê ya bêmirov pêk anî, di encama wê êrîşê de du şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê jiyana xwe ji dest dan. Îro ji bo oxirkirina herdu şervanan, li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasîmeke girseyî hat lidarxistin.

‘Em ê bi îradeya xwe têbikoşin’

Di merasîmê de, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê, Şemsîxan Gulo axivî û got: “Dijmin bi her awayî êrîş dike lê em xwedî îrade, felsefe û proje ne ku Rêber Apo ji me re pêşkêş kiriye. Em ê li ser vê riyê bimeşin. Sozên me ji şehîdan re hene. Her wiha sozên me ji Rêber Apo re hene, em tu car vê şopê bernadin. Bi hêza gel dê têkoşîna me vala dernekeve û em ê bi ser bikevin.”

YPJ: Em ê tola hevalên xwe bistînin

Di heman demê de, li ser navê Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Berfîn Kobanê axivî, soza berdewamiya xeta şehîdên xwe nû kir û got: “Rêhevalên me Sorxwîn û Arîn di riya têkoşîn û berxwedanê de gelek ked dan, wan di berxwedana Kobanê de qehremaniyeke bêhempa raber kirin. Sorxwîn tevî ku şervaneke gaziya şer bû, gelek lebatên bedena wê birîndar bûn jî ji erkên xwe dûr neket û her dem berdewam dikir. Em jî weke YPJ’ê soza tolhildanê didin. Em ê her dem şopdarên xeta şehîdên xwe bin.”