Du rojnamegerên jin di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan

Koalîsyona Jinan Di Rojnamegeriyê Dê (CFWIJ) li ser hesabê ya xwe medyayê dijîtal X’ê ragihand ku di êrişên Îsrailê yên li ser Xezayê de rojnamegerên Filistînî Alaa Taher AlHassanat û Ayat Al Khadour jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li hemberî Zîvala Xezayê daye destpêkirin berdewam dikin û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane herî kêm gihîştiyê 13 hezar û 300 kesan. Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de (CFWIJ-The Coalition For Women In Journalism) li ser hesabê xwe ya medyayê dijîtal X’ê têkildarî rojnamevanên di encama êrişên Îsrailê de jiyana xwe ji dest danê peyamek parve kir.

Koalîsyona Jinan Di Rojnamegeriyê De (CFWIJ) ev peyam parve kir:

“Em şîna rojnamevanên Filistînî #AlaaTaherAlHassanat û #AyatAlKhadour ên di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, digrin. Em ji hezkiriyên wan re sersaxiyê dixwazin. Di pevçûnan de 7 jê jin 50 rojnameger jiyana ji dest dan. Em daxwaza dawîanîna bombebarana Îsraîlê dikin û demil dest banga agirbestê dikin.”

Li gor WAFA'yê 6 jê jin 62 rojnameger jiyana xwe ji dest dan

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA; Bi du rojnamegerên jin re hejmara rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane derket 62’an ku 6 jê jin in.