Du jinên têkoşer bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin

Herdu jinên têkoşer Yusra Derwîş û Lîman Şiwêş ên ku di encama êrîşeke dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, îro li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin.

Qamişlo - Dewleta Tirk duh di saetên sibehê de li ser rêya di navbera navçeya Tirbespiyê û gundê Beyandûr a girêdayî bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêk anî. Di encama wê êrîşê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, Cîgira Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Lîman Şiwêş û welatiyê bi navê Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan.

Îro bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bajarê Qamişlo bi rengekî girseyî berê xwe dan Goristana Şehîd Îsmaîl a Navçeya Amûdê ya girêdayî Qantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, Cîgira Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Lîman Şiwêş oxir bikin û wan bispêrin axê.

Merasîm bi yek deqe rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê destpê kir.

‘Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin’

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Silêman axivî û got: “Em xwedî şehîd, îrade ne tu nikare moralê me kêm bike. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim. Jin xurt in dikarin pêşengiyê bikin û li pêşiya dijmin bisekinin. Dijmin êrîşî gelê lawaz nake, êrîşî gelê xurt dike. Em xwedî hêz û îrade ne, em xwediyê fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Em ji dijmin re dibêjin ku hûn nikarin me tune bikin û me lawaz bikin. Bila her kes vê rastiyê baş bizanibe, em ê ser şopa şehîdên xwe bin, bi hezaran hene ku rêya Yusra û Lîman dewam bikin û tola wan jî li erdê namîne.”

38 salan ked da riya azadiyê

Hevseroka Tev-Demê Rûken Ehmed şehîdan bi bîr anî û wiha got: “Dema ku em behsa şehîd Lîman bikin, em behsa Lîmana Kurdistanî dikin. Di salên dirêj de têkoşîn da meşandin û biryara tevlîbûna rêya azadiyê da. Bi hevalên xwe re berxwedaniyeke mezin kir. Li gelek herêm û bajaran kar û xebat da meşandin bi taybet li hemberî dagirkerî û terorê. Keda wê ya 38 salan heye, ji bajarê Amûdê ya bedew e. Ji bo ku bibe dengê jinên azad heval Lîman têkoşîn da meşandin. Ji bo ku em bigihêjin azadiyê û demokrasiyê van rêhevalan canê xwe feda kirin. Ji bo ku em dijmin vala derxin divê ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Di dema ku Rêveberiya Xweser biryara cezakirina DAIŞ’ê kir, di cih de dewleta Tirk êrîşên xwe dijwar kir, li ser maseyan bi çeteyan re dirênin da ku li ser gelê me pilanên qirêj çêbikin.”

‘Em ê tolê hilînin’

Rûken Ehmed herî dawî wiha got: “Eger bi jinên azad mabe wê xwedî li vê şoreşê werê derketin. Em  sozê didin şehîdên xwe ku em ê nehêlin ku bostek ji axa me dagir bibe, em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin. Em sersaxiyê ji malbata şehîd Yusra û Lîman re dixwazin. Serê hemû jinan sax be û serkeftin a me ye.”

Herî dawî pêşengên şoreşa jinê bi dirûşma “Şehîd namirin” spartin axê.