Du jinên ku Muhafizên Şoreşa Îslamê êrîşê wan kirin hatin girtin

Li Îranê bi hinceta ku li gorî qedexeya hicaba bi zorê tevnegeriyane, li firoşgehekê jinek û keça xwe ji aliyê muhafizên Şoreşa Îslamê ve rastî êrîşê hatin û herdu jî hatin girtin, doz li xwediyê firoşgehê hat vekirin.

 

Navenda Nûçeyan- Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan berdewam dike. Li cihên giştî li hemberî hicaba bi zorê jin beşdarî xwepêşandanan dibin. Jinên ku ji aliyê hikumeta Îranê ve bi cezayên giran gef li wan tê xwarin, gav paşve navêjin û ji aliyê erkdarên hikumetê ve rastî êrîşan tên.

Dayik û keça xwe hatin girtin

Muhafizên Şoreşa Îslamê li ser hesabê medyaya dîjîtal dîmenê du jên ku bi hinceta qedexeya hicaba bi zorê îhlal kirine, yên dayik û keçek ku ji aliyê erkdarekî hikumetê ve rastî êrîşê hatin parve kirin. Di dîmenê ku hat weşandin de, dayik û keça xwe ya ku ketine firoşgehê, kesek bi cilên sivîl êrîşî wan dike, mast bi serê wan de dirijîne. Piştî ku dîmenên vê êrîşî hatin weşandin, hat zanîn ku dayik û keç hatine girtin, firoşgeh hatiye mohrkirin û doz li xwediyê firoşgehê hatiye vekirin.   

Mela bi fetwayan gef li jinan dixwin

Armanca parvekirina dîmenê muhafizên Şoreşa Îslamê weke belavkirina tirsê û tepisandina serhildanê hat nirxandin. Roja înê dema ku dîmen hat parvekirin, di mezgeftan de fetwayên ku dihatin gotin hat zanîn ku jinên li gorî hicaba bi zorê tevnagerin ji aliyê melayan ve gef li wan tê xwarin. Her wiha hat diyarkrin ku ev pêkanînek bi plan a hikumetê ye.