Du jinên ciwan yên Êzidî hatin revandin

Li qampên Herêma Kurdistanê 2 jinên ciwan ên Êzidî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine revandin û çarenûsa wan nayê zanîn. Malbatan bang li her kesê kirin ku dengê wan bibihîsin.

Navenda Nûçeyan – Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, bi sedan jinên Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin jî hatin revandin û koçber bûn. Niha bi hezaran Êzidî di qampên li Herêma Kurdistanê de bicih bûne û PDK jî rê nade vegerin Şengalê. Li gor nûçeya ANF di heftiya bûrî de 2 jinên ciwan ên Êzidî yên li qampên Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine revandin û çarenûsa wan nediyar e.

‘Keça min di nava bazarê de hat revandin’

N.F.M. ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike û niha li wargehek Bêrsîvê ya Zaxo ye wiha got: “Ev bû 9 sal em li wargeha Bêrsivê ya Zaxo ne. Keça min ji nava Sûka wargehê ji aliyên Pêşmergeyan ve hate revandin û heta niha em nizanin li ku derê ye.”

N.F.M. didewamê de got; “Me serî li gelek aliyan da, lê em vala vegeriyane. Heta Meclîsa Rûhanî jî tu çare ji mere ne dît. Ez ditirsim ku weke Axîn li keça min bikin.”

Li herêma Xankê jî jina ciwan a bi Navê Viyan Ferç Silêman ji aliyê hinek kesan ve deh rojin hatiye revandin û heya niha jî çarenûsa wê nayê zanîn.

‘Me serî li gelek aliyan da’

Birayê Viyan rojnamevan Dilman Ferec Silêman got: “Ev deh rojin xwişka min ji aliyê hinek komên nenas ve hatiye revandin û desthilata Başûr li hember van kiryarên ne mirovî bê denge. Belge li ber destê me hene ku em di zanin Viyan li ku ye. Lê belê nîşa me nakin. Me serî li Babe Şêx û Meclîsa Rûhanî jî da, lê tu çare ji bo me peyda nekirine.”

Dilman herî dawî bang li berpirsên Êzdiyan û Meclîsa Rûhanî kir û got: “Eger hûn nikaribin meseleke wisa çareser bikin çima hûn xwe dikin xwediyê Êzdiyan. Bi erkê xwe yê olî rabin. Ji derveyî Meclîsa Rûhanî em bang li her kesê xêrxwaz û xwedî wijdan dikin ku li çarenûsek me bigerin.”