Dû jinên çalakvan ên Îranê Îşkenceya ku li girtîgehê dîtin anîn ziman

Li Îranê dû girtiyên kevin ên siyasî Fariba Feridouni û Rezwane Ahmadkhanbeigi diyarkirin ku ji aliyê memûrên girtîgehê ve rastî îşkence û nêzîkatiyên xirab hetine û da zanîn ku li ber kamareyê lêgerîna tazî lê hatine ferz kirin.

Navenda Nûçeyan- Jinên li girtîgehên Îranê rastî îşkenceyên fizîkî û psîkolojîk tên. Girtiyên jin ên siyasî, îşkenceyên ku di van rojên dawî de rastî hatine anîn ziman. Bi gelemperî re parvekirin ku memûrên girtîgehan zorî li jinên girtî kirine ku li ber kemereyan tazî bikin. Nasiba Shamsai, Shima Babaei, Mozhgan Keshavarz, Shapark Shajarizadeh, Zainab Zaman, Fatemeh Khoshro û Hila Sediqi di nava wan jînên ku di girtîgehê de ew îşkenceya ku rastî hatine anîn ziman de cih digrin.

‘Hêzên zabita taciza zeyendî dikin’

Çalakvana sivîl  û girtiya siyasî a berê Rezwane Ahmadkhanbeigi  destnîşan kir ku ji aliyê hêzên ewlehiyê û erkdarên girtîgehê ve rastî tacîza zayendî hatiye û da zanîn ku beriya lêpirsîn û piştî lêpirsînê bi zorê daxwaza lêgerîna tazî lê hatiye kirin û di wê demê de rastî tundiyê hatiye. Bi bîrxist ku hema bêje mehekê di hucre de maye û wiha got:

“Li her alî kamere hebûn, li ber deriyê tuwletê kamere danabûn. Hinek rojan em neçar diman bi ava cemidî serê xwe bişon û leşkeran ev sehne gelek caran didît. Pêkanîna pêwistiyên mê yên tuwaletê îşkenceyek cûdaye. Piştî tên girtin di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî tê kirin. Ka ‘Di laşe mede birîn hene yan ne? Îdea dikin ku ji ber vê yekê vê pêkanînê dikin. Ez xistim odeyekê zorî li min kirin ku li ber qemereyê lêgerîna tazî bikin. Ev dû cara li min kirin. Ya yekem di nexweşxaneyê de, ya dûem jî li girtîgehê hate jiyan kirin.”

 ‘Ger lêgerîna tazî red bikin tên darb kirin’

Rezwane Ahmadkhanbeigi da zanîn ku di dema lêgerîna tazî de dû jinên erkdar temaşe dike û wiha got: “Ger lêgerîna tazî were red kirin yan tê cezakirin yan jî tên derb kirin. Hevalên min di girtîgehê de ji ber rê nedan dest bidin wan û destur nedan lêgerîna tazî rastî tundîtûjiyê hatin. Di laşê wan de nîşanên derbê û yan jî jiber li hevketinê di cilên wan de qetandin hebûn. Ez gelek caran bûm şahidê vê rewşê. Piştî wê ceza dan van jinan. Qaşo temaşe dikin ku di laşê mede birîn hene yan ne, lê belê dema ku tundîtûjiyê bi kartînin bi xwe nîşanên derbê çêdibin. Pirsgirêk ne ev bû armanca wan tacîza zayendî ye.”

Li beramberî kamere, girtî  û memûran lêgerîna tazî hatiye zorîkirin

Çalakvana sivîl û girtiya siyasî a berê Fariba Feridouni der barê îşkence û nêzîkatiya xirab ya li girtîgehê rastî hatî de wiha got: “Li girtîgehê ez rastî tacîza zayendî hatim. Piştî Mijdara 2018’an ez li departmana Humeyn Kolordu û Arak Ruhullah Kolordu İstixbaratê bûm û ez neqlî girtîgeha navenda Arak bûm. Di odeya erkdarên ewlehiyê de gelek jinên memur û mehkum hebûn û hinek jî li pişt pencereyê rawestabûn li hindir temaşe dikirin. Yek ji erkedaran hate pêş got ‘Pora xwe veke’ porê min jî girê bûbû û porê min bi yax bû û ji ber qirêj bû aciz bû. Min got ‘Mu hûn li bendene ez çawa werim dîtin.’ Piştre yek ji girtiyan bi qoçxaneyek tejî av û bi çanteyek yê cilan ve hate hindir. Memur got; ‘cilên xwe dirbixwe.’ Min ev yek red kir. Min tenê gumlek û pantorê xwe derxist. Xwest ku ez cilên xwe ê binî ji derxim, min qebul ekir. Min da zanîn ku heta ku odaeyek bê qemere nebe ez xwe tazî nakim.”