Du cerdevanên tacîzcî serberst hatin berdan
Li gundek ê Stewra Mêrdînê du cerdevanên ji ber jinek a gund tacîz kirine hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Mêrdîn - Li gundek ê girêdayî navçeya Stewra bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê di rojên derbasbûyî de du cerdevanên binavê H.B. û R.Ç. yên jinek a gund tacîz kirin. Dema jina ji aliyê cerdevanan ve hatî tacîzkirin girlî kir her du cerdevan hatin girtin. Piştî îfadê her du cendirmeyan bi fermana dozgeriyê serbest hatin berdan. Hat zanîn derbarê herdû cerdevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û dest danîne ser çekên wan.