Du caran krîza dil derbas kir, bi kelepçe hate derman kirin û îhtimale ku çavê xwe winda bike!
Muhlise Karaguzel, ku dû caran di girtîgehê de krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê bi kelepçe hate derman kirin, ji ber ku şekirê wê zêde dibe ihtimale ku çavê xwe jî winda bike. Zîlan Karagûzel ku dayika wê jî di nava zêdeyî sed girtiyên nexweş deye rewşa wan gelek xirabe ku divê bên berdan wiha got: “Derbazkirina cara sêyem kiriza dil ya dayika min tê wateya mirinê, cihê wê ne girtîgehe.”
Muhlise Karaguzel, ku dû caran di girtîgehê de krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê bi kelepçe hate derman kirin, ji ber ku şekirê wê zêde dibe ihtimale ku çavê xwe jî winda bike. Zîlan Karagûzel ku dayika wê jî di nava zêdeyî sed girtiyên nexweş deye rewşa wan gelek xirabe ku divê bên berdan wiha got: “Derbazkirina cara sêyem kiriza dil ya dayika min tê wateya mirinê, cihê wê ne girtîgehe.”
MEDİNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan - Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Amadê, hezar û 605 girtiyên nexweş hene ji wana rewşa 604 jê giran, li girtîgehên Tirkiye û herêmê ne. Yek ji hevseroka berê ya HDPê ya Mûşê Muhlise Karaguzele, ku bi îdiaya “endama rêxistinê” ye, 8 sal û mehek ceza lê hat birîn, di 11’ê Tebaxa 2019’an de li Mûşê hat binçavkirin. Muhlise Karaguzela ku 60 salî li Girtîgeha Girtî ya Jinan Bunyan a Kayserî ku ji ber nexweşiyên kronîk lê dima, rojên gelek zehmet û dijwar derbas kir, xetereya wê heye ku ji ber nexweşiya şekir çavên xwe winda bike. Bizîşka Muhlise Karaguzel ku di meha Nisanê de, dinav hefteyekê de ji ber du caran kirîza dil derbaz kir dilê wê anjo kir û malbat jî agahdar kir ku di kirîza dil a sêyemîn de xetereya mirinê heye.
“Di her vegera nexweşxaneyê de tê karantina kirin”
Piştî krîza dil, serlêdana paşxistina dadgehkirina Muhlise Karaguzel bi hinceta dikare li girtîgehê bimîne tê redkirin. Hate hînbûn ku astima Muhlise Karaguzel bilinde. Li girtîgehê hertim ser hişê xwe diçe û hat diyarkirin ku ew jî ji ber hebûna dû tifkên li cihên cuda yên laşê wê di meşînê de zehmetiyan dikişîne. Zîlan Karagûzel diyar kir ku ji ber nexweşiyên dayika wê neçar ma bê ku rojê demjimeran derbas bike dermanên xwe bikarbîne bal kişand ku di dema pandemiyê de çûyîna nexweşxaneyê ji bo dayika wê bûye îşkence. Zîlan Karagûzel, anî ziman ku dayika wê her ku ji nexweşxaneyê vedigeriya 14 yan jî 20 rojan ji ber dema karantînayê westiyaye û anî ziman ku dayika wê bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne.
“Di nava hefteyekê de du caran kirîza dil derbas kir”
Zîlan Karaguzel bi bîr xist ku dayika wê di nav hefteyekê de du caran krîza dil derbas kiriye û wiha got: “Emeliyata dawî ya li girtîgehê emeliyata pozê bû. Di pozê wê goşt hebû û goştê li pozê wê ne goştê normal bû, ew goşt bû ku bi tevahî her dû pozê wê di pêça da ku ew tenê bi devê xwe nefes bigire. Ji bo wê hem parêzeran û hem jî me serlêdan kir. Piştî serlêdanên me demêk dereng dayika min emeliyat bû. Di heman demê de ji ber ku astma wê heye di bêhn girtinê de jî zehmetiyan dikêşe. Piştî ku ew cara dawî ji karantînayê derket, diçe qawîşa xwe û dibêje di qawîşa xwe de ew xwe baş hîs nake. Piştre dayika min nexweş ket, rakirin beşa lezgin ya girtigehê û hat fêm kirin ku li wir krîza dil derbas kiriye. Ew yekser rakirin Nexweşxaneya Bajêr ya Kayseriyê, lê piştî heftiyekê agahiya me jê çêbû. Dayika min wê demê li nexweşxaneyê du caran emeliyat bû.”
“Bi destê kelepçeyi hat derman kirin”
Zîlan Karaguzel diyar kir ku di dema anjiyografiyê de dayika wê di odeya nexweşxaneyê de bi kelepçeyê hat dermankirin û wiha dom kir: “Dema ku min dayîka xwe bi destûra dozgeriyê dît, ew bi kelepçeyan li ser nivînan sekinî bû û pir westiyayî û bêhal bû. Bi wî awayî, me karibû em nivseetê hevdîtinê bikin. Ji xeynî wê, ez bi bizîjkê ku wê li nexweşxaneyê derman kirî re jî axivîm. Bizîjkê wê got, ‘Em nekarin wekî nexweşek normal mudaxele bikin.’ Ji ber ku şekirê wê heye û zêde dibe. Li gel vê yekê jî li girtîgehê xwarinên diyetê nadin dayika min. Ew xwarinên ku şekirê dayika min zêde bike tê dayin. Ji ber nexweşiya şekir, niha êşa çavê wê heye û xetereya winda kirina çavê wê heye.”
“Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan”
Zîlan Karagûzel di dawiyê de xwest ku bi sedan girtiyên nexweş, tevî dayika wê, di zûtirîn demê de bên berdan û got: “Tevî van nexweşiyan jî dayika min dibêje; ‘Di girtigehê de ewqas ciwan hene ez çawa dikarim gilî bikim.’ Lê divê ew ji ber nexweşiya xwe ne li wir be. Me berê gelek caran ji bo paşxistina dadgehkirinê serlêdan kir, lê her carê hate red kirin. Ne tenê ew, bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de ne, pêwîste ku ew hemî di zûtirîn dem de bê şert û merc bêne berdan.”