Du aktrîst bi hinceta bê hîcab in hatin cezakirin
Polîsên Îranê derbarê dû aktirîstên bi nav û deng de ji ber li cihên ji gel re vekirî bê hîcab geriyane karûbarên ceza dan destpêkirin.
Navenda Nûçeyan – Serhildanên li îran û Rojhilalê Kurdistanê ku bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî destpêkirî di meha xwe a 8’an de dom dike. Ji bo tepisandina serhildanên hikumeta Îranê pêkanînên nû dixin dewrê. Polîsên Îranê derbarê dû aktirîstên bin av û deng de ji ber li cihên ji gel re vekirî bê hîcab geriyane karûbarên ceza dan destpêkirin.
Li gora nûçeya ajansa Nûçeyan ya Tasnim ya girêdayî artêşa muhafizin devrîm (DMO) ya Îranê, polîsên Tahranê derbarê dû aktrîst Katayun Riyahi û Pantea Bahram de ji ber li cihên ji gel re vekirî de hîcaba xwe ji serê xwe kirine û wêneyên xwe ên bê hîcab di medyaya dijital de parve kirine dest bi kar û barên cezayê kirine.
Polîsên Îranê di nava meha Nîsanê de zagona hicabê tund kiribû û dabûn diyarkirin yên ku vê zagonê îhlal bikin wê tespit bikin û ceza bikin.